Eli Rencberî: Barêgehên me hatin bombebarankirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komele Îran Silêmanî Zirgiwêzele
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Peywendiyan ê Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) Eli Rencberî diyar kir ku baregehên wan ên li Zirgiwêzeleyê bi dronan hatine armanckirin.

Li gorî gotina Eli Rencberî êrişî barêgehên partiyê yên li parêzgeha Silêmaniyê hatine kirin.

Eli Rencberî ji Rûdawê re got, "îro saet 17:30an barêgehên Komelayê yên li devera Zirgiwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê bûn armanca çend êrişên li dû hev."

Birêvebirê Peywendiyan ê Komeleyê amaje bi wê yekê kir ku êriş bi rêya dronên bombebarkirî hatine kirin.

Elî Rencberî diyar kir ku di êrişan de ti xisarên canî çênebûne û got, "Zirarên madî jî kêm in."

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve bi zêdetirî 395 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Beşek ji van êrişan li ser barêgehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst