Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbahî li Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî hêviya serfirazî û bextewariyê ji bo xelkê Kurdistanê xwest û got, "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û nimêjên hemû Misilmanan qebûl kiribin."
Serok Mesûd Barzanî her wiha di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo herêmê û hemû mirovahiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse