Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi helkefta pîrozkirina Newrozê defîleya cilên Kurdan hat lidarxistin.
Defîle ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) ve li navçeya Sûrê ya Amedê hat sazkirin.
Di çalakiyê de kincên jin û mêran ên sedan salî hatin nîşandan û bang hat kirin ku Kurd her tim cilên xwe yên neteweyî li xwe bikin.
Di defîleyê de ku cara sêyemîn hat lidarxistin, keç û xortên Kurd bi kincên 15 herêman li ser dikê meşiyan û dîmenên rengîn derketin holê.
“Divê em 365 rojan li cilên neteweyî li xwe bikin”
Birêvebira KASEDê Salîha Ayatayê got, "Tişta ji bo me girîng ew e ku divê hemû Kurd di jiyana rojane de cil û bergên Kurdan li xwe bikin.
Di warê çandî de her çi qas berxwedana Kurdan xurt be jî, gelek caran ji ber qedexeyan neçar mane dev ji cilên xwe berdin.
Newroz ji bo me cejneke pir girîng e lê divê cilên me ne tenê ji bo Newrozê bin, divê em 365 rojan wan li xwe bikin."
“Ferqa ziman û kincan nîne”
Di defîleya îsal de zêdetir cil û bergên herêma Serhedê derketin pêş ku şikl û şemala wan li gorî xwezaya çiyayî hatine çêkirin.
Dengbêj Hedîye Kalkanê jî di defîleyê de got, "Ev nasnameya dayîkê ye. Ziman çi be ev jî wekî ziman e.
Hêviya min heye ku ciwanên me di paşerojê de bi cilên xwe kolanan bixemilînin û em wan bi dinyayê bidin naskirin."
Welatiyê bi navê Ibrahim jî got, "Ji ber ku Kurd di nav çar welatan de belav bûne, divê li hemberî asîmîlasyonê têbikoşin.
Yek ji awayên têkoşînê jî lixwekirina cil û bergên Kurdan e."
"Bila cilên me ji destên me neçe"
Welatiyê bi navê Xemgîn Yûsif ji got, "Ji ber ku zimanê me ji destê me diçe, êdî cilên me jî diçin.
Asîmîlasyoneke mezin li ser me heye. Em bang li partiyên siyasî, şaredarî û gelê xwe dikin; bira xwedî li cil û bergên xwe derkevin."
Welatiya bi navê Neşe Toprakê jî got, "Gerek mirov cilên xwe nas bike, bixe rojeva xwe û di jiyana rojane de li xwe bike."
Mizgîn Yildirimê jî got, "Em çi qasî çanda xwe bidin naskirin, xwedîderketin jî dê ew qas zêde bibe."
Seçîl Bozkuşê jî got, "Cilên me dîroka me ne, ziman û eslê me ye. Em dixwazin her wext li kûçeyan û çarşiyan cilên xwe li xwe bikin ku bila her kes eslê me bibîne."
Piştî defîleyê, beşdaran bi kincên Kurdan govend gerand û ahenga Newrozê pîroz kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse