Çemê Munzurê rabû, rêya Dêrsim û Pilûrê hat girtin

1 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Çemê Munzurê Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, Çemê Munzurê di ser re avêt û rêya di navbera Dêrsim û navçeya Pulurê de hat girtin.

Li Bakurê Kurdistanê barîna baranê didome.

Bi hatina biharê re berfa li çiyayan jî dest bi helînê kir.

Li Dêrsimê jî ji ber baranê û helîna berfê asta ava Çemê Munzurê bilind bû.

Ji ber rabûna avê, rêya di navbera Dêrsim û navçeya Pilûrê de ji çûn û hatinê re hat girtin.

Parêzgariya Dêrsimê doh ragihand ku ji ber barana zêde Çemê Munzurê di ser re avêtiye.

Li gorî daxuyaniyê, rêya Dêrsim, Pilûrê û Zerenikê ya di navbera kîlometreyên 15 û 60î de, piştî saet 15:30î ji çûn û hatina wesayîtan re hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst