Asayîş: Kesê ku destdirêjî li sembolên Kurdan kir hat girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Ala Hisên Heso
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Asayîşê ragihand ku Hisên Hesoyê ku li Qamişloyê destdirêjî li alayê kiribû, hatiye girtin.

Hêzên Asayîşê ew kesê ku gule berdabûne wê alaya ku li Rojavayê Kurdistanê tê hildan, desteser kir.

Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan Hisên Heso îro destesr kiriye.

Asayîşê eşkere kir ku dosyeya sûcan a wî kesî dagirtî ye û wî gelek binpêkarî kirine.

Li gorî zanyariyan, herî dawî beriya çend rojan destê wî di bûyereke revandinê de jî hebûye.

Fermana Parêzgarê Hisîça

Parêzgariya Hisîçayê derbarê mijarê daxuyaniyeke taybet da Rûdawê û ragihand ku Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ferman daye Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên pêwendîdar.

Di wê fermanê de hatibû xwestin ku Hisên Heso demildest were desteserkirin û pê re lêpirsîn were kirin.

Ev biryara Parêzgar piştî wê yekê hat ku Hisên Heso bi awayekî bêserûber gule berdabûne wê rêya giştî ya ku welatî tê re derbas dibin û ala kiribû armanc.

"Hewl daye fitneyê derxe"

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hisîçayê, ev kiryarên provokatîf rasterast zererê didin ewlehiya giştî û aştiya civakî ya herêmê.

Hat destnîşankirin ku Hisên Heso bi zanebûn hewl daye pêkhateyên civakê li dijî hevdû sor bike û fîtne û tevliheviyê bixe nava gel.

Ji ber vê yekê, ji bo ku aramiya herêmê were parastin fermana girtina wî hatiye dayîn da ku li dadgehê were darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst