Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Peymana bi Îranê re nêzîk e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Chris Wright Amerîka Îran Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku agirbesta di navbera Washington û Tehranê de ber bi xelasbûnê ve diçe, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ji bo peymanekê geşbîn e.

Ew dibêje ku dan û standinên ji bo gihîştina bi peymaneke giştgîr baş bi rê ve diçin.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand ku welatê wî ji peymaneke bi Tehranê re ne gelekî dûr e.

Wright diyar kir, "Tevî wan gotegotên di nav xelkê de belav dibin jî dan û standinên bi Îraniyan re didomin.

Kar û bar baş diçin, di demeke nêzîk de hûn dê bibînin ku peymanek pêk bê û armancên Washingtonê pêk bîne.

Ev dê dawî li wê terora 47 salan bîne ku çavkaniya xwe ji Îranê digire."

Taktîka "nediyariyê" û zexta afirîner

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê amaje bi şêwaza karkirina Donald Trump kir.

Wî da zanîn ku Trump "di dan û standinan de kesekî afirîner e" û hemû amûran bi kar tîne da ku Îranê neçar bike dawî li aloziyan bîne.

Chris Wright li pê de çû, "Trump zext û nediyariyê bi şêweyên cuda bi kar tîne.

Wekî ku me di 16 mehên borî de jî dît, vê şêwazê her tim encamên baş dane.

Niha jî ez bawer dikim dê ti surprîza nexweş çênebe û dê dawiyeke baş ji bo van aloziyan hebe."

Li gorî baweriya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, ev peyman ne tenê rê li ber Îraneke xwedî çeka nukleerê digire, di heman demê de dibe sedema parastina aboriya herêmê.

Her wiha dibe sedema misogerkirina ewlehiya çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê ku niha ji ber aloziyan girtî ye.

Ev gotinên Wezîrê Enerjiyê di demekê de ne ku Koşka Spî amadekariyan dike da ku şandeyeke bilind bişîne Îslamabada paytexta Pakistanê.

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance dê li gel Jared Kushner û Steve Witkoff serokatiya şandeyê bike da ku bi awayekî rasterast bi Îraniyan re biaxivin.

Trump berê gotibû, "Alîkarê min Vance naçe." Lê berpirsekî Koşka Spî ragihand, "Vance dê serokatiya şandeya Amerîkayê bike."

Gefa wêrankirinê li pişt maseya dan û standinan

Tevî geşbîniyên Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê jî Donald Trump hîn zimanê gefan bi kar tîne.

Trump hişyarî da ku eger Tehran peymanê qebûl neke dê artêşa Amerîkayê "hemû stasyonên elektrîkê û hemû pirên li nav Îranê têk bibe."

Trump diyar kir ku Îraniyan agirbest bin pê kiriye.

Wî got ku êdî dema wê hatiye ku ew karekî bike ku serokên beriya wî di 47 salên borî de nekiriye.

Niha cîhan li benda roja çarşemê ye ku roja bidawîhatina agirbestê ye.

Gelo dê "zextên afirîner" ên Trump ên ku Wezîrê Enerjiyê behsa wan dike Îranê neçarî peymanê bikin yan jî dê herêm dîsa bikeve nav bombebaran û êrişên leşkerî?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst