Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişlo bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî destpêşxerî berdewam in. Fransa, Amerîka, KNK, HSD û civaka sivîl a Kurdî hemû guvaşê dikin ku aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yekrêziyê pêk bînin, daku bikaribin beşdariyê di pêvajoya çareseriya kirîza Sûriyê de bikin, lê heta niha li gor hevserokê berê yê PYD Salih Mislim pirsa yekrêziyê di qonaxa destpêşxeriyan de ye.
Di dema dawî de hat ragihand, ku hewlên navdewletî bi taybetî yên Fransî-Amerîkî bo pêkanîna yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi pêşve diçin, ev jî ligel destpêşxeriyên deste, komîte û navndên rewşenbîrî û medyayî li Rojavayê Kurdistanê ku alîkarin bo biserxistina vê yekrêziyê.
Derbarê mijarê de Parêzer Celal Şêxo dibêje: “Di çarçoveya hevdîtinên me de ligel partiyên Kurdî derbarê destpêşxeriyên dawî de bo yekrêziya Kurd, diyarkirin ku ew amade ne vê carê hemû asankariyan bikin bo biserxistina van destpêşxeriyan. Piştî ku hemû destpêşxeriyên berê, Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhok biserneketin, herwiha ji xeynî me jî aliyên din piştîvaniya vê destpêşxeriyê dikin.”
Hevserokê berê yê PYD Salih Muslim diyar kir ku hinek aliyên weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û dostên gelê Kurd jî bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di vê pirsê dixebitin, lê bi nerîna wî hêj pirsa yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê di qonaxa pêşkêşkirina destpêxeriyan de ye.
Herwiha civaka sivîl, deste û navendên rewşenbîrî û medyayî jî guşarê dikin daku aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê vê yekrêziyê pêk bînin, bi armanca ku Kurd bikaribin bi xurtî beşdariyê di Sûriyeya siberojê de bikin.
Hevserokê Yekîtiya Medyaya Azad (YMA) Bengîn Sîdo jî got: “Medya di pêşxistina gotûbêjan de bo yekrêziya Kurd di navbera aliyên siysî de li bakurê rojhilatê Sûriyê û Rojava roleke mezin tevdigerîne. Divê yekîtiya gotin û têrman di pirsa gotêbêjan de hebe, daku ber bi arasteyeke erênî ve biçin ne nerênî.”
Li gor çavdêrên peywendîdar, eger vê carê aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî bidest nexistin, ev yek dê encamên zêde xerab bo ser navçeya wan li pey xwe bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse