Hewlêr (Rûdaw) – Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çekdanînê lê Pirsgirêka Kurdan bi welatîbûna wekhev nayê çareserkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li parêzgeha Îzmîrê li Hola Civînan a TEPEKULEyê di panelekê de axivî.
Endamên PWKyê, nûnerên HAK-PAR, PSK, KED-DER, DSÎP (Partiya Karkeran a Şoreşger a Sosyalîst), Komeleya Botanîyan, Komeleya Hezoyîyan, gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî beşdarî panelê bûn.
Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun moderatoriya panelê kir.
Di destpêkê de, bi sirûda neteweyî Ey Reqîb ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
"Çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê pêwîst e"
Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de, di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê, bîr û rayên PWKyê yên ku li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan û Kurdistanê, naveroka têkoşîna Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn, nasname û xisûsiyeta PWKyê, doza girtinê ya li PWKyê hatiye vekirin, siyaseta PWKyê ya di derbarê tifaqên neteweyî û demokratîk, koordînasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, agahdariyên berfireh da.
Serokê PWKyê amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û got:
"Ji ber ku zemîneya şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê nemaye û çalakiyên PKKyê yên çekdarî niha zererê didin xebata gelê me ya siyasî, sivîl, demokratîk, em piştgiriya biryara çekdanîna PKKyê dikin.
Îhtîmala ku pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê rê ji azadiya girtîyan re veke, rê ji vegera gerîlayên PKKyê re veke, helbete ku dê cihê dilxweşiyê be.
Pirsa Kurd û Kurdistanê, bi van gavan çareser nabe û ev pirs ne pirsa hemwelatîbûna wekhev e, ne pirsa komara demokratîk, welatê hevbeş, neteweya demokratîk e; pirsa mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd e, pirsa li ser axa Kurdistanê xweîdarekirina miletê Kurd e û gelê Kurdistanê ye, pirsa statuyeke siyasî, milî, cografî ya li Kurdistanê ye.
Em di wê baweriyê de ne ku ew gotina ku Ocalan dibêje, 'Daxwazên kulturalîst jî ne li gorî rastiya sosyolojîk û dîrokî ye' ji aliyê ti netewper, ti welatper, ti kesê ku mafê ziman û kulturî diparêze, ji aliyê potansiyela berfireh ya PKK û DEM Partiyê û bi giştî ji aliyê miletê Kurd ve nayê pejirandin."

"Divê hevkariya neteweyî bê avakirin"
Mustafa Ozçelîk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevkarî û tifaqa neteweyî, demokratîk li Bakurê Kurdistanê û wiha domand:
"Bi ya me, heger heta îro di navbera aliyên neteweyî, demokratîk de hevkariyek hatibûya avakirin, îro piştî ku ev pêvajoya xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê hatiye holê, dê gelê me bi vî rengê heyî mehkûmî siyaseta xelet a PKK û Ocalan û siyaseta Dewleta Tirkiyeyê nebûya.
Îro jî ne dereng e û divê bi lez em di vê derbarê de gavekê bavêjin. Ev wazîfe û berpirsyariyeke dîrokî û neteweyî ye."
"Nabe pêvajo ji Kurdan re veşartî be"
Mustafa Ozçelîk di derbarê şêweya birêvebirina vê pêvajoya dawî de jî wiha got:
"Helbete normal e ku pirsa çekdanîna PKKyê, di navbera Dewleta Tirkiyeyê, Ocalan û PKKyê de bê guftûgokirin. Nabe ku çareseriya pirsa 30 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi awayekî veşartî, neşefaf di navbera dewleta PKK, Tirkiye,Ocalan û DEM Partiyê de bê meşandin.
Divê hemû partî û aliyên siyasî û dezgehên sivîl ên Kurdan û kesayetên qebûlbar ên di civaka Kurdistanê de li ser daxwazên acîl ên Kurdan Eniyeke Kurdî ava bikin û bi vê yekgirtinê bibin mixatabê dewleta Tirkiyeyê.
Em wekî PWK, ji derveyî HUDA PAR û DEM Partiyê bangî hemû partî û aliyên siyasî yên neteweyî, demokratîk yên Bakurê Kurdistanê dikin da ku werin em li ser bernameyeke ku statuyeke siyasî, milî, cografîk û daxwazên acîl ên miletê Kurd bi hev re bihûnin hevkariya xwe ava bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse