Numan Kurtulmuş: Êdî dê ti welaltiyê me neçe çiyayan

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Çiyayê Gabarê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, “Êdî ti welatiyê vî welatî dê neçe çiya û ti kes jî di şerê terorê de şehîd nebe.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îro li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê çûn Çiyayê Gabarê.

Alparslan Bayraktar diyar kir ku li Çiyayê Gabarê rojane 81 hezar bermîl petrol tê hiberîn.

Numan Kurtulmuş, Serokê Parlamentoya Tirkiyê

“Êdî dê li van çiyayan ne tirs û ne mirin hebin û li van çiyayan dê gule û bombe neyên teqandin.

Li van çiyayan dê stranên biratiyê bêne gotin. Li van çiyayan dê bi hev re stranên yekitiyê bêne gotin.

Êdî ti welatiyê vî welatî dê neçe çiya û ti kes jî di şerê terorê de şehîd nebe.

Em dê hemû bi hev re yekitî û biratiyê ava bikin. Bi derketina vê petrolê û dewlemendiyên me yên din re em dê hemû bi hev re dewlemend bibin.

Em dê dewlemendî û xweşguzeraniyê bi hev re parve bikin û wekî li Gabarê li xaleke herî dûr a Tirkiyeyê li gelek cihên dûr dê mirovên me ji bipêşketina aboriyê sûdê werbigrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst