Germiyan (Rûdaw) - Ziwahî û kêmaviyê, malên gundiyên Bineke Xepekwêrê yê li Germiyanê neçarî firotina ajelan û koçberiyê kiriye.
Mam Xelef ji bo peydakirina ava vexwarinê û ava ajelên xwe, her roj çend caran zêdetirî 6 kîlometreyan rê diçe. Li gundê wan ê 25 malî, ji destpêka havînê ve pênc malan koç kiriye.
Xelef Mihemedê şêniyê gundî got, "Ji ber bêaviyê rewşa me xerab e, em kar nakin û tenê ji bo ku ji tîna nexeniqin dixebitin."
Ziwahî û girtina avê ji aliyê Îranê ve Tengava Bûk û Zavayê ya li Gola Dukanê di nava salekê de hişk û bêav hiştiye.
Ew cihê ku bûbû seyrangeh û cihê dilxweşiya geştyar û xelkê, niha ji ber kêmbaraniyê ji xeynî erdeke hişk û şeqitî û qelişî tiştek jê nemaye.
Hunerê Mela Mecîdê xwediyê belemê jî got, "Sala borî 12 heta 15 metreyan li jorê vir jî av hebû lê niha hişk bûye.
Bi giştî jî 20 metre kêm bûye û wekî dirêjahî jî 200 heta 300 metreyan kêm bûye."
Bendava Dukanê, bendava herî mezin a Herêma Kurdistanê ye û zêdetirî 50 sal in elektrîkê hildiberîne.
Kapasîteya wê ya depokirina avê 7 milyar metrekub e lê niha zêdetirî 3 parên bendavê bê av e.
Li gorî gotina Koçer Cemal, niha av tenê ji sedî 23,5ê bendavê de heye.
"Min ziwahiyeke bi vî rengî nedîtiye"
Serwer Heyderê belemvan amaje bi wê yekê kir û got, "Berê cihê me yê bêhnvedanê li jor bû, niha me 40 metreyî zêdetir aniye xwarê.
Ji ber kêmbûna avê, em du rojan neyên ba beleman, em dibînin ku av kêm bûye."
Hîwa Hewramî bîrkolê bi destan e. Kêmbaranî û ziwahiyê karê wî giran û zehmet kiriye.
Bi amûrên xwe yên hêsan li ava bin erdê digere lê li gorî berê kêmtir û zehmettir dikare cihekî ji bo kolandina bîrê diyar bike.
Bîrkolê 49 salî Serwer Heyder got, "Min 4 ziwatî dîtine, yek ji wan jî bi qasî ya îsal giran û xerab nebûye."
Li gorî lêkolînên Koleja Çavkaniyên Cîhanê, parêzgehên Dihok û Silêmaniyê yên li Herêma Kurdistanê, di bin fişara herî zêde ya ziwahiyê de ne.
Tê payîn ku di 10 salên pêş de metirsî û bandorên guherîna keşûhewayê dê li wan deran zêdetir xuya bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse