Aboriya Sûriyeyê: Derfet û metirsiyên li pêşiya wê

19-08-2025
Omer Ehmed
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Aboriya Sûriyeyê ber bi qonaxeke nezelal lê çarenûssaz ve pêngavan davêje. Zêdetirî 10 salên şer, birînên aborî yên kûr di laşê Sûriyeyê de çêkirine. Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hewl dide planeke nû ya aboriyê deyne.

Hin xalên erênî tên dîtin, wekî soza hilberînê ji aliyê welatên Kendavê ve, şandina tibabeke darîçav a pereyan ji aliyê welatiyên Sûriyeyê yên li derve dijîn û vejîna bazirganiyê bi welatên cîran re.

Qelş û valahiyên di nav aboriya Sûriyeyê de hêj fireh û kûr in.

Aborî di qonaxa veguhestinê de

Sûriyeyê sala 2024an bi paşveçûneke aborî ya bi rêjeya nêzîkî ji sedî 1,5 bi dawî kir lê saziyên cîhanî yên wekî Banka Cîhanî pêşbînî dikin ku di sala 2025an de geşedana aborî bigihêje ji sedî 1ê. Pirsgirêk ew e ku ev geşedan ne ji sektora pîşesazî û kargehan an jî ji zeviyên çandiniyê tê, belkî bi piranî pişta xwe bi wan welatiyên Sûriyeyê girêdaye ku li derveyî welêt in û tenê di nav 6 mehan de nêzîkî milyarek dolar şandine hundirê Sûriyeyê.

Sozên hilberînê li Sûriyeyê, xasma ji aliyê welatên Kendavê ve, bûne manşetên nûçeyan; 14 milyar dolar di meha Tebaxa 2024an de û 6 milyar dolarên din di meha tîrmeha heman îsal de. Ev hejmarên mezin in lê piraniya van sozan bi kompanya û kesayetiyên nenaskirî ve girêdayî ne ku pêwendiya wan bi berpirsên hikûmeta demkî ya niha re hene.

Wekî ku aborînas, Dr. Muselem Telas ji min re got, "Ev hejmar îşaretê bi hilberîneriya mezin dikin, li ser kaxezê balkêş in lê bêyî çarçoveyeke yasayî û sazûmanî ya zelal, metirsî heye ku heman xeleka gendeliyê ku berê aboriya Sûriyeyê felc kiribû dubare bibe."

Xalên bihêz û kil û kêmasî

Hîn jî çend aliyên erênî yên Sûriyeyê hene ku dikarin alîkariya vejîna wê bikin, wekî cihekî stratejîk, çavkaniyên xwezayî yên cihêreng û nifûseke xweragir. Ev xalên bihêz ketine bin siya rastiyên tal. Li gorî rapora meha sibata îsal a Neteweyên Yekbûyî, hejarî niha ji sedî 90 ji nifûsê girtiye, bêkarî jî ji sedî 30 e û beşeke mezin ji binesaziya welêt hîn jî wêran e.

Dr. Telas got, "Aboriya Sûriyeyê ya îro ne li ser hilberîna navxweyî ye, belkî li ser wan pereyên ku ji derve tên şandin û li ser bazirganiya nefermî berdewam dike. Ev yek peykerekî lerzok ava dike ku her qutbûneke di van çavkaniyên derve de, dikare bibe sedema aloziyê û pêleke nû ya ne aramiyê."

Hêvî li hemberî rastiyan

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, komek armancên mezin danîne pêşiya xwe: yekkirina nirxê diravî, reform di sektora bankayan de vegera nav sîstema darayî ya cîhanî û kişandina hilberîneran ji bo vejandina binesaziyê.

Ev armancên mezin in lê di rastiyê de, serkeftina hikûmetê di bidestxistina van hêviyan de, bi avakirina şiyanên hikûmetê û bidestxistina baweriyê ve girêdayî ye; ew du taybetmendiyên ku demeke dirêj e li Sûriyeyê winda bûne.

Alîkariyên Qeterê di dabînkirina meaşên karmendên hikûmetê de, nîşan dide ku Hikûmeta Sûriyeyê heta çi radeyê pişta xwe bi hêzên derve girêdaye ku ev yek bi hêsanî wê dixe bin bandora wan welatan.

Ev ji aliyê jeopolîtîk ve gumanan li ser serxwebûn û şiyana Hikûmeta Sûriyeyê mezintir dike.

Aloziyên navxweyî û bandorên wan ên aborî

Vejîna aboriya Sûriyeyê girêdayî siyaset û aramkirina nakokiyên navxweyî ye. Tundûtûjiyên mezhebî yên vê dawiyê, nemaze êrişên xwîndar ên li ser civakên Elewî û Durziyan, aramiya siyasî ya Sûriyeyê hejandine û baweriya hilberîneran a bi hikûmetê lawaz kiriye.

Berevajî vê yekê, lihevkirina dîrokî ya meha adarê, di navbera Şamê  û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)  de, dikare bibe sedema çêbûna çarçoveyekê ji bo kontrola hevbeş a sînorên zevî gaz, petrol û balafirxaneyan.

Eger lihevkirin were cîbicîkirin dibe ku çavkanî bi awayekî bibandortir ji bo avadaniyê werin terxankirin, lê ji ber bêbaweriya di navbera her du aliyan de metirsiya paşxistin û necîbicîkirina lihevkirinê jî heye.

Rola aboriya berfirehîxwaz a Tirkiyeyê

Tirkiye bi awayekî berçav beşdarî aboriya Sûriyeyê dibe. Kompanyayên Tirkiyeyê di sektorên binesazî, enerjî, lojîstîk û avahîsaziyê de çalak in. Hinardeya Tirkiyeyê bo Sûriyeyê bi awayekî berçav zêde bûye û lihevkirinên di navbera Şam û Enqereyê de îşaretê bi hevkariyeke aborî ya kûrtir dikin.

Ji bo Sûriyeyê, ev dikare bibe şûrê du devî. Hilberîna Tirkiyeyê dikare enerjiyeke pêwîst bide aboriya Sûrieyê lê di heman demê de metirsî heye ku Enqere bibe lîstikvana sereke di pêvajoya avakirina Sûriyeyê de ku cih ji bo xebata welatên din berteng bike.

Îraq û Herêma Kurdistanê

Îraq û Herêma Kurdistanê dikarin wekî du şahdamarên girîng ji bo aboriya Sûriyeyê rolekê bilîzin. Vekirina deriyê sînorî yê Qaim-Bûkemal bazirganî bi Bexdayê re vejandiye, di heman demê de deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr ê bi Herêma Kurdistanê jî di warê dabînkirina pêdiviyên Rojavayê Kurdistanê xwedî rola sereke ye.

Gelek derfet li pêşiya Herêma Kurdistanê hene, wekî ku bibe korîdoreke bazirganiyê ji bo hinardekirina kelûpelên Sûriyeyê û beşdarbûna di sektora enerjiyê ya Sûriyê de, nexasim di warê parzûnkirin û veguhastina petrol û berhemên petrolî de.

Di dawiyê de, ji ber hebûna pîşesaziya giran wekî çîmento û hesin, Herêma Kurdistanê dikare bibe dabînkareke sereke ya van materyalan û roleke girîng di pêvajoya avakirina Sûriyeyê de bilîze.

Paşeroja ne zelal a lîreyê Sûriyeyê

Banka Navendî ya Sûriyeyê xwe ji bo yekkirina rêjeya pevguhertinên diravî û kêmkirina cudahiya di navbera nirxê fermî û nirxê azad ê lîreyê de amade dike. Her wiha hewl dide daxwaz û baweriyê ji bo lîre zêde bike.

Lê ev ne karekî hêsan e. Bêyî yedekeke mezin a pereyên biyanî, zêdekirina qebareya hinardeyê û çavdêriyeke tundtir a bazara diravî, bi îhtimaleke mezin dê nearamiya nirxê lîreya Sûriyeyê berdewam bike.

Dr. Telas hişyariyê dide û dibêje, "Lîreyê Sûriyeyê tenê bi daxuyaniyeke banka navendî aram nabe. Pêwîstiya aramiyê bi reformên pêbawer, geşedana hinardeyê ya rastîn û serxwebûna banka navendî ji wan desthilatdaran heye ku aboriya Sûriyeyê kontrol kirine."

Sûriye li ser durêyanekê radiweste. Ew çavkaniyên darayî yên ku bi rêya hawaleyan, bazirganî û hilberîna biyanî digihîjin welêt, dibe ku bibin kevirê bingehîn ê avakirina wî welatî. Berevajî vê, çavkanî dikarin bi gendeliyê werin xerckirin û tenê biçin berîka kesên taybet ên ku nêzîkî desthilata niha ya Sûriyeyê ne.

Paşeroja aboriya Sûriyeyê girêdayî wê yekê ye ka gelo serkirdayetiya nû ya wî welatî dikare xwe ji wan nexweşiyên kevn ên ku rehên xwe di wî welatî de kûr berdane dûr bigire yan na?

Nûjenbûneke rastîn a Sûriyeyê eger çêbibe, ne tenê dê çarenivîsa lîreyeyê Sûriyeyê diyar bike, belkî dê ji bo salên dûr û dirêj cihê Sûriyeyê li ser nexşeya aboriya herêmê jî destnîşan bike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst