Qumara Pantirkiyetiya Tirkiyeyê ya li Asyaya Navîn: Di navbera nasname û hêzê de

4 demjimêr berê
Mehdî Ferec
A+ A-

Şirovekarekî siyasî yê Kazaxistanê di êvareke sar a Astanayê de, du pêşniyaran dinirxîne: Yek ji Pekînê hatiye ku hilbirîna di binesaziyê de û qezencên aborî yên bilez pêşkêş dike, ya din jî ji Enqereyê ye ku giraniyê dide ser têkiliyên çandî û nasnameya Tirkî ya hevpar.

Ji bo dewletên Asyaya Navîn, ev êdî ne tenê bijardeyeke teorîk e lê belê nîşaneya rastiyeke herêmî ya berfireh e ku tê de divê welat di navbera vîzyonên derve yên nakok de rêya xwe bibînin ku li ser bingeha aborî, ewlehî û nasnameyê hatine avakirin.

Ji dîplomasiya çandî ber bi çalakbûna stratejîk ve

Pêwendiya Tirkiyeyê bi Asyaya Navîn re êdî ji sînorê dîplomasiya çandî derbas bûye.

Enqere bi rêya "Rêxistina Dewletên Tirk" (RDT) û toreke berfireh a destpêşxeriya perwerde, medya û siyasetê, vîzyoneke mezin a hevgirtina Tirkî ya navneteweyî bi pêş dixe.

Her çend ev nêzîkatî di raya giştî de bi zimanê mîrata hevpar û hevkariyê tê pêşkêşkirin jî ji aliyê hin çavdêrên herêmî ve wekî beşek ji siyaseta derve ya êrişkartir tê dîtin.

Ev fikar ne tenê gotin in, rexnegir dibêjin ku geşepêdana tund a bîrdoziya "Pantirkiyetiyê", bi taybetî dema ku bi aktîvbûna torên neteweperest û aktorên nedewletî yên ku bi berjewendiyên Tirkiyeyê re li hev dikin re be, dikare bêaramiyeke nû bîne herêmekê ku hikûmetên wê girîngiyeke mezin didin kontrola siyasî û yekparçeyiya civakî.

Asyaya Navîn ne qada lîstikê ya ji bo her kesî ye lê belê qadeke bi baldarî tê birêvebirin ku her cure çalakiya bîrdozî ya derve dikare encamên nexwestî bi xwe re bîne.

Pantirkiyetî û fikarên ewlehiyê yên Çînê

Ev pêngavên Tirkiyeyê ji bo Çînê gelekî hestiyar in.

Ji perspektîfa Pekînê, her hewldaneke ji bo kûrkirina nasnameya Tirkî ya li Asyaya Navîn, bi fikarên dîrokî yên Çînê yên derbarê herêma "Sîncanê", aktîvîzma siyasî ya Ûyghuran û aramiya sînorên rojavayî yên Çînê re li hev dikeve.

Di vê çarçoveyê de, heta gotarên "hêza nerm" jî dikarin ji hêla Pekînê ve wekî metirsiyeke ewlehiyê werin şîrovekirin.

Ji bo biryarderên Çînî, pirsgirêk ne tenê hebûna çandî ya Tirkiyeyê ye lê belê îhtîmala wê yekê ye ku şîroveyên tundtir an jî berfirehxwaz ên Pantirkiyetiyê bibin sedema bandoreke bîrdozî ya li derveyî sînorên Asyaya Navîn.

Ev yek nîşan dide çima peyamên herêmî yên Enqereyê li Pekînê ne tenê wekî hevrikiyeke sembolîk lê wekî destwerdana di "hêla sor" a stratejîk a girêdayî ewlehiya sînor û aramiya navxwe ya Çînê de tên dîtin.

Sînorên lîdertiya Tirkiyeyê

"Rêxistina Dewletên Tirk" ji bo sazîkirina rola xwe ya herêmî wekî platforma herî diyar a Tirkiyeyê dimîne.

Bi fermî, ev rêxistin hevkariyê di warên bazirganî, veguhastin, çand û perwerdeyê de bi pêş dixe.

Lê belê, hin analîstên li Asyaya Navîn nêzîkatiya Enqereyê zêdetir wekî "hiyerarşîk" dibînin ne wekî hevkariyeke wekhev.

Gotara Tirkiyeyê gelek caran xwe wekî navenda siyasî û dîrokî ya cîhana tirkî nîşan dide, ev yek jî wisa dike ku welatên Asyaya Navîn hîs bikin ku ji wan tê xwestin ku "li dû" Enqereyê bimeşin, ne tenê hevkar bin.

Ev têgihiştin girîng e. Welatên wekî Kazaxistan, Kirgizistan û Ozbekistanê bi berdewamî siyaseteke derve ya "piralî" dimeşînin da ku nebin bin bandora ti hêzên derve ya yekane.

Beşdariya wan a di saziyên Tirkan de ji pragmatîzmê ye, ne ji ber bindestiyê ye.

Her ku ev rêxistin wekî amûrek ji bo serdestiya Tirkiyeyê were dîtin, îhtîmala berxwedaneke bêdeng a di nav endaman de zêdetir dibe.

Asîmetriya aborî û hevrikiya siyasî

Mebestên stratejîk ên Tirkiyeyê bi astengiyeke binesazî re rûbirû ne: Aborî.

Çîn wekî hevkarê sereke yê aborî yê Asyaya Navîn dimîne û di binesazî, korîdorên bazirganî, enerjî û lojîstîkê de xwedî bandoreke kûr e.

Kapasîteya darayî ya Tirkiyeyê nîne ku bi vî rengî cihê Pekînê bigire.

Dibe ku ev nehevsengî Enqereyê ber bi hevrikiyeke neyekser ve bibe.

Di şûna ku di warê aborî de hevrikiya Çînê bike, dibe ku Tirkiye bixwaze bandora xwe bi rêya gotarên siyasî, dîplomasiya nasnameyê û gumanxistina li ser encamên demdirêj ên girêdayîbûna bi Pekînê re berfireh bike.

Li gorî rexnegiran, ev dikare veguhere şêwazek hevrikiya dijwartir ku hewl dide hevkariyên herêmî yên Çînê lawaz bike, bêyî ku alternatîfek aborî ya wekhev pêşkêşî dewletên Asyaya Navîn bike.

Ev dînamîk dê nakokiyên jeopolîtîk kûrtir bike.

Rastiyên herêmê û sînorên stratejiyê

Vîzyona Pantirkiyetiya ya Tirkiyeyê di hundirê herêmê de jî rastî sînorên siyasî yên zelal tê.

Siyaseta "bêlayenî" ya Tirkmenistanê cihekî kêm ji bo beşdarbûna di projeyên bi rengê bîrdozî an blok-avakirinê de dihêle.

Ji bo Aşgabatê, parastina mesafeya stratejîk prensîba bingehîn a dewletê ye.

Tacikistan jî bi temamî li derveyî çarçoveya Tirkan e û zêdetir meyla wê heye ku di nav mekanîzmayên berfireh ên Awrasyayî yên wekî "Rêxistina Hevkariya Şanghayê" de kar bike.

Ji perspektîfa Duşenbeyê, ev sazî ji bo hevahengiya ewlehî û aborî rêyên pratîktir pêşkêş dikin ji nasnameyaTtirkan.

Encam

Zêdebûna amadebûna Tirkiyeyê ya li Asyaya Navîn, nîşaneya têkiliyên çandî yên rastîn û berjewendiyên jeopolîtîk ên rewa ye.

Lê belê tenê daxwaz û xwestek nabe garantiya bandoreke mayînde.

Stratejiyeke ku zêde li ser bingeha mobilîzasyona siyasî ya Pantirkiyetiyê hatibe avakirin, metirsiya wê heye ku bibe sedema nerihetiyê di paytextên Asyaya Navîn de, fikarên ewlehiyê yên Çînê kûr bike û nakokiyên di nav saziyên tirkî de derxe holê.

Ji bo dewletên Asyaya Navîn, armanca sereke "hevsengî" ye: Hevkarî bi Tirkiyeyê re li cihên ku sûd jê re heye, parastina têkiliyan bi Çînê re, domandina têgihiştina ewlehiyê bi Rûsyayê re û dûrketina ji ketina bin baskê her hêzeke yekane.

Di vê jîngehê de, serkeftina Tirkiyeyê ne bi îdiayên lîdertiyê lê bi şiyana wê ya lihevhatina bi herêmekê re ve girêdayî ye ku li dijî hiyerarşiyê ye û qîmetê dide nermiya stratejîk.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Ehmed

132 milyar dolar zerer û têkçûna dan û standinên Îslamabadê

Zerera 132 milyar dolarî wekî texmînekî navîn e û wê yekê îsbat dike ku her çend Îranê bo demekê karî dahata petrola xwe biparêze, lê mesrefê şer bi tiştekî tê pîvandin ku gelekî zêdetir e ji tenê bermîlên petrola xav.