Hewlêr (Rûdaw) – Hate gotin ku hewleke din ê çareserkirina pirsgirêkên nav Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) sernekeftiye.
Piştî hilweşîna rêkeftina di nevbera her du baskên YNKê de, berpirsên YNKê Kosret Resûl, Behrem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed di bin çavdêriya berpirsên Îranî de li Tahranê civiyan. Lê di vê civînê de alî negihiştin ti biryarekî.
Hate zanîn ku ji bo çareserkirina krîza niha, hatiye pêşniyarkirina ku komîteyeke 6 kesî bê avakirin û heta sazkirina kongreyê YNKê bi rêve bibe.
Endamê Serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd ji Rûdawê re got, “Piştî projeya Îraniyan, me hejmarek hevalên berpirs projeyek amade kir. Li gorî vê projeyê, me daxwaz kir ku komîteke bê avakirin û heta sazkirina kongreyê, rêveberiya YNKê bikin.”
Eseserd da zanîn ku wan Kosret Resûl, Behrem Salih, Hêro Îbrahîm, Mele Bextiyar, Qadir Hemecan û Omer Fetah ji bo vê komîteyê pêşniyar kirine lê projeya wan biser netiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse