Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê di asteke bilind de bicivin.
Mijara sereke ya civînê dê avakirina kabîneya 10emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.
Endamê Polîtburoya YNKyê Derbaz Kosret Resûl ji Rûdawê re got, "Di çend rojên pêş de dê nûçeyên me yên xweş hebin."
Çavkaniyekê ji Komîteya Navendî ya PDKyê ji Rûdawê re ragihand ku PDK û YNK dê îro di asteke bilind de bicivin û derbarê avakirina kabîneya 10emîn a hikûmetê de gotûbêjan bikin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, dê Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî li gel cîgirên xwe beşdarî civînê bibin.
Derbaz Kosret Resûl ji Rûdawê re got, "Di çend rojên pêş de dê (derbarê civîna PDK û YNKyê de) nûçeyên me yên xweş hebin.
Têgihiştineke baş heye, em hêvî dikin ku di demeke gelekî nêzîk de em li ser wan xalên ku hîn mane li hev bikin."
Endamê Polîtburoya YNKyê derbarê aktîvkirina parlamentoyê de jî got, "Ez nizanim ka parlamento dê vê mehê bicive an na lê em hêvîdar in ku zû bicive."
Li aliyê din, endamê serkirdayetiya YNKyê Dr. Mecîd Mihemed Emîn ji Rûdawê re got, "Îradeyeke baş ji bo lihevkirinê heye, di van yek du rojan de dê nûçeyên gelekî baş û xweş bên bihîstin."
Dr. Mecîd got, beriya hilbijartinê dê parlamento were aktîvkirin û ew gelekî nêzîkî hev in, astengî nînin û divê her du alî di birêvebirinê de xwedî hevpariyeke çalak bin.
Wî got, "Hûn dê îro yan sibe derbarê hikûmet û parlamentoyê de nûçeyên baş bibihîzin."
Beriya bi 2 roja Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Bafil Talebanî pêşwazî kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse