Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gazneyî ragihand ku di organên partiyê de dest bi "guherînên cewherî" kirine.
Berdevkê YNKyê her wiha behsa civîna dawî ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî de kir û got, "Peyman nehat kirin lê civîn erênî bû."
Encûmena Serkirdayetiya YNKyê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî civiya.
Berdevkê YNKyê Karwan Gazneyî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku partiya wan ji bo ku li gorî rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê tevbigere, li ser esasê "ceza û xelatê" dest bi guherînan kiriye.
Karwan Gazneyî diyar kir ku du armancên serekî yên guherînan hene û got, "Amadehî, nûbûn û jinûvesazkirina organan."
Berdevkê YNKyê her wiha got, "Ji bo ku ciwan, malbatên şehîdan û xwediyên diplomayan di karên YNKyê de bibin pêşeng, ofîseke nû ya bi navê Ofîsa Karên Rêxistinî û çend desteyên pispor hatine avakirin."
Civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî
Karwan Gazneyî li ser civîna 11ê vê mehê ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de got, “Di atmosfereke aram de civîneke gelekî erênî bû.
Her çi qasî peymaneke fermî nehatibe îmzekirin jî her du alî li ser parastina statuya Herêma Kurdistanê û çareserkirina mijarên neteweyî hevnêrîn bûn."
Karwan Gazneyî tekez kir ku pêşengiya niha ya YNKyê rizgarkirin û parastina Herêma Kurdistanê û başkirina debara xelkê ye.
Wî her wiha got, "Em dixwazin bi ruhekî nû û bi hevahengiya aliyên din re rûbirûyê astengiyên ewlehî û siyasî bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse