Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goranê berpirs û parlamenterê xwe Rabûn Meirûf ji ber dijatiya referandumê û beşdarbûna di Bizava Na Di Niha De, ji Goranê dûr xist.
Parlementerê Goranê di Palramentoya Kurdistanê de, Bêston Fayiq di daxuyaniyekê de ev nûçe piştrast kir û ragihand: “Rabûn Meirûf bi fermana Desteya Cîbicîkirinê ya Tevgera Goranê ji endamîtî û Fraksyona Goranê hatiye dûrxisatin.”
Rabûn Meirûf di hilbijartinên 21-09-2013ê de weke parlamenterê xûla çarem a Parlamentoya Kurdistanê hatiye hilbijartin û demekê Serokê Fraksyona Goranê jî bû.
Piştî ragihandina biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, di 08-08-2017ê de tevgerek li dijî referanduma serxwebûnê bi navê “Bizava Na Di Niha De” li bajarê Silêmaniyê bi serpireştiya Xwediyê Kanala NRT Şasuwar Ebdulwahid hat ragihandin.
Parlamenterê Goranê Rabûn Meirûf jî beşdarî di vê tevgera li dijî referandumê de kir û weke berdevkê vê tevgerê hat diyarkirin.
Pêştir Tevgera Goranê derbarê beşdariya Rabûn Meirûf di tevgereke li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû, ku Rabûn Meirûf bêyî pirs û şêwira li gel Goranê beşdarî di tevgera li dijî referandumê de kiriye.
Herwiha Rabûn Meirûf jî derbarê vê biryara Tevgera Goranê de ji Rûdawê re got: “Ji ber beşdariya ‘Bizava Na Di Niha De’, bi biryara Desteya Cîbicîkirina Goranê ji partiyê hatime dûrxistin. Ez dê di demek nêzîk de jî daxuyaniyekê bidim.”
Li gel ku Tevgera Goranê çendîn caran ragihandiye, ku li gel encamdana referandumê nîne û daxwaza paşxistina wê kiriye, lê belê heta niah bi fermî dijatiya birêveçûna proseyê jî nekiriye.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî pêşti ji ber beşdarbûna parlamenterê xwe Ferhad Sengawî di tevgera dijatiya referandumê de, ew ji endamîtiya partiyê û Fraksyona YNKê ya di Parlamentoya Kurdistanê de avêtibû derê.
Piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê di roja 7ê Hezîrana 2017ê de biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê pesend kiribûn.
Biryar e di 25ê vê mehê (Îlon) de referanduma Herêma Kurdistanê were encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse