Îtlaata Îranê îşkence li çalakvanekî Kurd kirin û sê tiliyên wî şikandin

19-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Xwepêşandan Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdarên Îranê û Hêza Îtlaatê îşkenceyê li xwepêşanderên ku hatine girtin dikin. Li Sine û Mehabadê du girtî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin îşkencekirin û endamên cesteyê wan şikiyane.

Çalakvanê Sineyî Ahûra Mîrzayî ku roja Çarşema borî li bajarê Qurwa ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatibû girtin, radestî Girtîgeha Sineyê hat kirin.

Li gorî agahiyên ku ji Girtîgeha Sineyê, Supaya Pasdarên Îranê di dema desteserkirin û lêpirsîna Ahûra Mîrzayî de li wî xistine, 3 pêçiyên wî şikandine û parsûyên wî zirar dîtine, tendirustiya wî ne baş e.

Merivên welatiyê Mehabadî Peyman Gulabî yê ku Çarşema borî hatibû girtin, diyar kirin ku kurê wan rastî lêdanê hatiye û çend cihên laşê wî hatine şikandin.

Birayê Peyman, Aso Gulabî di vîdeoyekê de ragihand, birayê wî li nêzîkî malê hatiye gulebarankirin û piştî ku ketiye erdê, çend hêzên Îranê li wî xistine.

Bi gotina Aso Gulabî, yek ji wan girtiyan ku ligel birayê xwe bû, ji wan re gotiye, her du lingên Peyman Gulabî, destê rastê, ser, poz û çena wî şikestiye û heta niha 15 gule di laşê wî de ne û nehatine derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst