Li Qibrisa Bakur serdemeke nû dest pê kir: Tufan Erhurman bi ser ket

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Tufan Erhurman Qibrisa Bakur Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Tirk a Komarî (CTP) Tufan Erhurman, bi rêjeya ji sedî 62,76ê dengan bi ser ket û bû serokkomarê nû yê Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur (KKTC).

Piştî serkeftina Erhurman, ji Tirkiyeyê peyam û bertekên cuda hatin.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya KKTCyê Bertan Ozerdag ragihand ku Tufan Erhurman bi rêjeya ji sedî 62,76ê dengan bi ser ketiye û hevrikê wî yê serbixwe Ersîn Tatar jî ji sedî 35,81ê dengan standiye.

Her wiha rêjeya beşdariya di hilbijartinê de ji sedî 64,87 bû.

Raya giştî ya Tirkiyeyê hilbijartinên Serokkomariya Qibrisa Bakur ji nêzîk ve dişopand.

Tufan Erhurman ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku partiya sereke ya mixalefetê ya Tirkiyeyê ve dihat piştevanîkirin.

Li aliyê din, AK Partiyê jî piştgirî dida namzedê serbixwe yê serokkomariyê Ersîn Tatar.

Erhurman: Em ê bi Tirkiyeyê re di nav şêwirîneke nêzîk de bin

Serokkomarê nû Tufan Erhurman di yekem daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew dê polîtîkaya karên derve bi şêwirîneke nêzîk a bi Tirkiyeyê re bimeşîne û got, "Bila gumana ti kesî ji vê nebe."

Erhurman destnîşan kir ku di hilbijartinê de ti aliyî winda nekiriye û got, "Biratiya me bi ser ket, em wekî gelê Tirk ê Qibrisê bi hev re bi ser ketin."

Erhurman soz da ku ew dê bi awayekî bêalî hemû gelî hembêz bike û aramî û ewlehiya civakê dê ji bo wî bibe mijara sereke.

Erdogan serkeftin pîroz kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Tufan Erhurman ji ber serkeftina wî pîroz kir û di peyama xwe de wiha got: "Ez birêz Tufan Erhurman pîroz dikim.

Hêvî dikim ku ev hilbijartina ku careke din demokrasiya KKTCyê nîşan da, ji bo welatên me û herêma me bi xêr be.

Em wekî Tirkiye, dê ligel birayên xwe yên Tirkên Qibrisê, parastina mafên serweriyê û berjewendiyên KKTCyê li her platformê bidomînin."

Ozgur Ozel: Gelê Qibrisê bersiv da destwerdanê

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî serkeftina Erhurman pîroz kir.

Ozgur Ozel di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got: "Ez dostê xwe yê hêja, Birêz Tufan Erhurman ji dil pîroz dikim.

Gelê Tirk ê Qibrisê di vê hilbijartinê de ne tenê Birêz Erhurman hilbijart; di heman demê de bersiv da wê zihniyetê jî ku ji bo berjewendiyên xwe ji derve destwerdanê li demokrasiya KKTCyê dike.

Em hêvî dikin ku ew kesên li Enqereyê ku ji bo serkeftina namzedê xwe serî li propagandaya reş didin, peyama Tirkên Qibrisê rast fêm kiribin."

Peyamên AK Partî û Cevdet Yilmaz

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî encamên hilbijartinê li gelê Tirk ê Qibrisê pîroz kir. Her du berpirsan jî diyar kir ku Tirkiye dê her tim li cem KKTC û doza Tirkên Qibrisê be.

Bahçelî banga tevlîbûna Tirkiyeyê kir

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bertekeke cuda nîşan da û got ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de pir kêm bûye û ev yek nikare çarenivîsa Tirkên Qibrisê temsîl bike.

Bahçelî bangeke tund kir û got: "Divê Parlamentoya KKTCyê bi lezgînî bicive, vegera li federasyonê red bike û biryara tevlîbûna Komara Tirkiyeyê bide."

Tufan Erhurman kî ye?

Tufan Erhurman li Lefkoşeyê ji dayîk bûye û sala 1992an Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye.

Erhurman di heman zanîngehê de di warê Hiqûqa Îdarî de doktora xwendiye.

Erhurman wekî akademîsyen li gelek zanîngehan ders daye û di amadekirina gelek pêşnûmayasayan de cih girtiye.

Sala 2013an wekî parlamenterê Lefkoşeyê yê CTPyê ketiye parlamentoyê û sala 2016an bû serokê giştî yê partiyê.

Sala 2018an di Hikûmeta Koalîsyona Çaralî de wekî serokwezîr kar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst