Amed (Rûdaw) - Li taxên navçeya Rezan a Amedê ku navçeya herî mezin a bajêr e xebatên nûjenkirinê dest pê kir. Li gorî biryara ku hatiye girtin divê li vê navçeyê xaniyên kevin qonax bi qonax bêne xirakirin û di şûna wan de xaniyên nû bêne lêkirin. Di qonaxa yekemîn de dê hezar û 700 xanî bêne xirakirin. Rêveberên dewletê dibêjin ew ê heqê welatiyan bidin û wan mexdûr nekin. Lê beşeke mezin a welatiyan bi guman in. Dibêjin pereyê ku bidin ger têra xaniyekî nû neke ew ê xaniyê xwe nedin xirakirin û ew ê li hemberî dewletê doz vekin.
Li Taxa Kaynartepeya Navçeya Rezan a Amedê pêvajoya nûjenkirina xaniyên kevin dest pê kir.
Bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û projeya Wezareta Bajêrvaniyê biryar hate dayîn ku xaniyên kevin ên li vê navçeyê bêne rûxandin. Di şûna xaniyên kevin ku ne li gorî saxlemiya erdhej û karesatên din ên xwezayî ne dê xaniyên nû bêne lêkirin.
Di qonaxa yekemîn de dê nêzî 2 hezar xanî bêne xirakirin. Lê ji bo xirakirina van xaniyên ku hatine tespîtkirin divê wezaret û welatî li ser buhayê wan li hev bikin. Wezaretê heta niha bi 608 kesan re hevdîtin kiriye lê ji van tenê 100 welatiyan şertên dewletê qebûl kirine.
Şaredarê Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglu dibêje “Tu kesekî me mexdûr nabe. Dewleta me, dewleta Tirkiyeyê dewleteke mezin e. Temamê xwediyê heqan gazî wan kirine. Yên ku bixwazin em ê di şûna xaniyên kevin de xaniyên nû bidin wan û yên nexwazin jî ew ê pereyê xwe bigrin.”
Rûniştvanên taxên li Rezanê her çiqas dixwazin xaniyên wan bêne xirakirin jî naxwazin xaniyên wan ên heyî bi erzanî biçin. Dibêjin dema xaniyên wan hate xirakirin divê ew bikaribin di xaniyên nû de bi cih bibin.
Rûniştvanê Rezanê Hecî Ulger got “Heqê wan bidin bila xira bike. Ger heqê wan nedin, milet qebûl nake.”
Rûniştvanê Rezanê Remezan Yavuz ragihand “Dibêjin em ê 30-40 hezarî bidin, ka em ê çi bikin bi 30-40 hezarî? Em ê biçin gund, em ê xwe bavêjin gund. Ka em binêrin çi dibe.
Rûniştvana Rezanê Sakîne Bekîl diyar kir “Yanî îşê me pir zor e ha. Yanî em dixwazin van deran hinekî çêkin ha.”
Rûniştvana Rezanê Felek Demîr destnîşand kir “Hewşa min ketiye ber, ez qebûl nakim. Pere hindik didin ka çi pê tê?”
Rûniştvana Rezanê Cengîz Kivanç dibêje “Ku negihijim heqê xwe ez ê îtiraz bikim. Ez mecbûr im îtiraz bikim.”
Li navçeya Rezanê 400 hezar kes rûdinên. Baglar ji 35 taxan pêk tê û di van taxan de jî 72 hezar xanî hane. Li Baglara kevin herî kêm 20 hezar xanî temenê wan ji 50 salan jortir e. Li van taxan hezar û 350 kuçe hene û nêzî 400 kuçe gelek teng in û seyare nikarin bikevinê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse