Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ferhad Şamî diyar kir ku 1,500 çekdarên DAIŞê hatine berdan
Şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke krîtîk dibin.
Ferhad Şamî, bal kişand ser metirsiyên mezin ên li herêmê û diyar kir ku li dordora bajarên Hisîça û Kobaniyê şerekî giran heye û hişyariya "vejandina DAIŞê" da.
“1,500 DAIŞî ji girtîgeha Şedadê hatin berdan”
Ferhad Şamî derbarê rewşa girtîgehan de agahiyên metirsîdar dan û eşkere kir ku komên ser bi hikûmeta Şamê ve li herêma Şedadê ya li başûrê Hisîçayê girtîgeh kontrol kirine.
Şamî got, “Tenê li girtîgeha Şedadê 1,500 çekdarên DAIŞê hatine berdan û niha em li dijî wan şer dikin.
Piraniya wan serkirdeyên metirsîdar ên DAIŞê bûn. Niha ew çekdar tevlî wan komên êrişker bûne û dixwazin êrişî navenda bajarê Hisîçayê bikin.”
Şamî her wiha bal kişand ser girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê û diyar kir ku hêzên Şamê wê derê bi top û mûşekan bombebaran dikin.
Armanca wan ew e ku peyaman bidin girtiyan da ku serî hildin û girtîgehê bişkînin.
Berpirsê HSDyê Şamî got ku wan heta niha rê li ber hewildaneke serhildanê ya li wê girtîgehê girtiye.
Ji 5 aliyan ve êrişî Hisîçayê dikin
Berpirsê Ragihandina HSDyê ew nûçeyên ku digotin komên çekdar gihîştine navenda Hisîçayê red kirin û wan îdiayan wekî "şerê derûnî" pênase kir.
Şamî diyar kir ku ew komên çekdar niha 40 kîlometreyan dûrî bajêr in. Li gorî agahiyên Şamî, êrişên li ser Hisîçayê ji 5 aliyan ve tên kirin.
“Kobaniyê ji 3 aliyan ve di bin êrişê de ye”
Ferhad Şamî eşkere kir ku li dordora Kobaniyê jî rewş aloz e û ji xeta başûrê bajêr, Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî ve êriş hene.
Şamî tekez kir ku heta niha şervanan hemû êriş şikandine û rê nedane ku dijmin bi pêş de were.
“Daxwaza teslîmiyetê kirin”
Şamî piştrast kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî piştî civîna li gel Ehmed Şer vegeriya Rojavayê Kurdistanê.
Şamî derbarê nakokiyên di civînê de got: “Şam hebûna ti kesî qebûl nake û daxwaza teslîmiyeta tam dike. Wan daxwaz kir ku em hemû saziyên xwe radest bikin û HSDyê hilweşînin lê Mezlûm Ebdî ji wan re got ku ew nûnerê gel û xwîna şehîdan e û ew dê ji bo kursiyekî mafên gelê Kurd radest nekin.”
Kuştina malbatên Kurd û rewşa dîlan
Ferhad Şamî di dawiya hevpeyvînê de bal kişand ser aliyê mirovî yê şer.
Şamî diyar kir ku agahî gihîştine wan ku li Reqa û Dêrazorê hinek malbatên Kurd ji aliyê wan komên çekdar ve hatine kuştin.
Her wiha derbarê her du şervanên jin ên YPJê yên ku dîmenên wan di medyaya civakî de belav bûbûn, Şamî got: “Ew şervanên me ne. Wan 4 rojan li Reqayê şer kir û piştî ku cebilxaneya wan xelas bû, dîl ketin. Ev nîşan dide ku ew komên çekdar ne artêş in lê çete ne û li dijî dîlên şer sûcan dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse