Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê êrişa li ser Kurdan wekî "fetih" bi nav dike
Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî ji bo mela û xetîbên hemû mizgeftên şand.
Wezaretê ji wan xwest ku di nimêjan de ji bo serkeftina artêşê diayan bikin û bi dengê bilind tekbîran bînin. Ev wekî nîşaneya kêfxweşiyê ya ji bo wan "serkeftinên" ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê li rojhilatê welat bi dest xistine tê nîşandan.
Li gorî wê belgeya ku îmzeya Wezêrê Ewqafê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Ebû Xeyr Şukrî li ser e û roja 18ê Kanûna Paşîn a 2026an derketiye, ji mizgeftan hatiye xwestin ku van gavan biavêjin:
1. Xwendina nimêja "Qinût" di her pênc nimêjên ferz de li seranserê welat, ji bo serkeftin û piştgirîkirina leşkerên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê.
2. Teşvîqkirina welatiyan û gelê Sûriyeyê ji bo diayan da ku rewş bi temamî aram bibe.
3. Lêdana tekbîran li nav mizgeftan wekî nîşaneya pîrozkirina wan "feth û serkeftinên" ku Artêşa Ereban li navçeyên rojhilat tomar kirine.
Ev fermana Wezareta Ewqafê di demekê de ye ku di 24 saetên borî de Artêşa Ereban a Sûriyeyê bipêşketineke mezin li navçeyên Rojhilatê Feratê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê kir.
Ev guherîn piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk hat ku di çarçoveya rêkeftineke 14 xalî ya roja yekşemê de bû.
Rewşa meydanî ber bi aloziyeke zêdetir ve çûye. HSDyê hikûmeta Şamê bi êrişkirina ser girtîgehên DAIŞê û "sûcên şer" tohmetbar dike û dibêje wan kontrola girtîgeha Şedadê ji dest da.
Li hemberî vê, hikûmeta Şamê van bipêşketinan wekî "vegera serweriya dewletê" û "têkbirina terorê" dibîne û daxwaz ji saziyên olî dike ku rola xwe di piştgirîkirina vê qonaxê de bilîzin.
Di heman demê de Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke tund daye Şamê û daxwaz kiriye ku Amerîka bi her awayî girtîgehên DAIŞê biparêze da ku karesateke mezin çênebe.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse