Bafil Talebanî ji bo Rojavayê Kurdistanê bangî Amerîkayê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Kurd Rojavayê Kurdistanê HSD Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û bangî Amerîkayê kir ku ji bo parastina sivîlan tevbigere.

Bafil Talebanî di peyama xwe de tekez kir ku ew kiryarên li dijî gelê Kurd şermezar dikin û gelê Kurd dê bêdeng nemîne.

“Tiştên diqewimin nayên qebûlkirin”

Serokê YNKyê di daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanî bûyerên dawî da û got:

"Tiştên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin.

Em van kiryarên hovane yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd bêdeng namîne û paşguh nake."

“Rojavayê cîhan parast”

Talebanî bi bîr anî ku Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de berdêlên giran dane û wiha pê de çû:

"Rojavayê di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran kur û keçên xwe winda kirin, cîhan parastin û bedelên giran dan. Ew hêjayî rêz, rûmet û parastina rastîn in."

Banga li Amerîkayê

Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir û got:

"Ez bangî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelê Amerîkayê dikim ku bê dudilî û bi berpirsiyarî tevbigere da ku sivîlan biparêzin û aramiyê vegerînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst