Dîrektorê Platforma Herêmî ya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger ragihand ku Washington di şerê li dijî DAIŞê de dê piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidomîne.
Nicholas Granger diyar kir ku sivikkirina cezayan ji bo dabînkirina pêdiviyên aborî û mirovî yên xelkê Sûriyeyê ye û got:
“Amerîka piştgiriyê dide beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di hikûmeta nû de û em dixwazin dewleteke medenî were avakirin ku hemû Sûriyeyî tê de bi hev re bijîn.”
Granger da zanîn ku wan xelata 10 milyon dolarî ya li ser Ehmed Şer (Colanî) rakiriye lê ev nayê wê wateyê ku HTŞ ji lîsteya terorê hatiye derxistin.
Bi gotina Granger, Washington diyaloga navbera hemû aliyên Sûriyeyê han dide û dixwaze dilniya bibe ku êrişên tolhildanê li dijî kêmîneyan neyên kirin.
Dîrektorê Platforma Herêmî ya Sûriyeyê ragihand ku ew li bendê ne ku desthilata demkî bi kiryarî tiştan bike ne tenê bi gotinê.
Granger diyar kir ku Amerîka dê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya HSDyê bidomîne û got ku ew dixwazin saziyeke niştimanî were damezrandin ku hemû gelê Sûriyeyê li xwe bigire.
Granger her wiha tekez kir Washington rê nade ku Îran careke din xwe li Sûriyeyê bi cih bike û got:
"Em amade ne piştgiriya xelkê Sûriyeyê bikin dema ku rêyeke nû ji bo paşeroja xwe diyar bike."
Dîrektorê Platforma Herêmî ya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah bersivandin.
Rûdaw: Nicholas Granger, gelekî spas ku tu ligel me yî. Ez dixwazim pirsekê ji te bikim derbarê biryara vê dawiyê ya welatê te Amerîkayê, ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê. Tu dikarî vê yekê zelal bikî, her wiha di çarçoveya hikûmeta nû ya Sûriyeyê de çi rêpêdayî ye?
Nicholas Granger: Pêşî spas ji bo mêvandariya we, ez gelekî kêfxweş im ku li vir im. Derbarê moleta giştî de, ez bawer im ku mebesta te moleta giştî ya hejmar 24 e ku Wezareta Xezîneya Amerîkayê duşema hefteya borî, ango 6ê Kanûna Paşîn derxist.
Ev moleta giştî şandina peyameke zelal bû ku cezayên Amerîkayê ne kelem in li ber bicihanîn pêwîstiyên aborî û mirovî yên gelê Sûriyeyê. Em dizanin ku aborî stûneke girîng e ji bo aramiyê. Piştî zêdetirî dehsalekê pevçûn û çend dehsalan birêvebirina xirab û gendelî ji aliyê rejîma Esed ve, rewşa mirovî û aborî li Sûriyeyê di rewşeke gelekî xirab de ye. Loma, me ev moleta giştî ji bo alîkarîkirina rasterast a gelê Sûriyeyê derxist.
Bi baweriya me, di vê dema hestyar de dabînkirina xizmetguzariyên hikûmî, xizmetguzariyên sereke û karkirina dezgehên hikûmî pir girîng e. Lewra moleta me ya giştî zelal dike ku dabînkirina kareba, enerjî, av û xizmetguzariyên sereke yên din divê berdewam bin û ceza li ber wan ne asteng in. Her wiha rê dide hin hevkarên deverê ku qala dabînkirina enerjî û karebayê ji bo Sûriyeyê kirine ku di vê dema hestyar de meaşên karmendên medenî bidin.
Beşeke din a sereke ya moleta me ya giştî destûrdana pevguherînên bankî yên kesane ye, ne bazirganî, bi rêya Banka Navendî ya Sûriyeyê.
Ji ber van hemû sedeman, em vê yekê wekî gaveke girîng dibînin ji bo alîkarîkirina gelê Sûriyeyê di dubareavakirina aboriya xwe de, dabînkirina pêdiviyên xwe û piştrastbûna ji dabînkirina pêdiviyên mirovî. Bêguman moleta giştî ji bo dema şeş mehan hatiye danîn ku di vê demê de em ê çavdêriya li ser rewşa Sûriyeyê berdewam bikin.
Rûdaw: Ez dixwazim ji te bipirsim derbarê sedemên biryara we ji bo rakirina xelata 10 milyon dolarî ya li ser Ehmed Şer, serokê Heyeta Tehrîr El-Şam (HTŞ). Sedemên vê biryarê çi bûn?
Nicholas Granger: Ez piştrast im ku tu dizanî, li 20ê Kanûna Pêşîn, di serdana ewil a dîplomatîk a Amerîkayê ji bo Şamê piştî zêdeyî dehsalekê, Balyoz Barbara Leaf ligel Ehmed Şer civiya ji bo gotûbêjkirina çend mijarên ku berî çend rojan ligel hevkarên herêmî li Eqebeyê li ser li hev kiribûn. Di serdana xwe û gotûbêjên xwe de ligel Ehmed Şer zelal kir ku em li bendê ne ku pêşketinên pratîk ji desthilata demkî li ser van prensîpan bibînin, ne tenê bi gotin.
Derbarê xelatê de jî ku te pirsa wê kir, hikûmeta min biryar da ku wê rake çimkî me biryar dabû ku em rasterast pêwendiyê li gel wî deynin. Bi nerîna me, wateyeke wê nebû ku xelatek li ser serê wî be dema ku em di rastiyê de, bi diyalogeke dîplomatîk li gel wî mijûl in.
Biryara rakirina xelatê qet ne têkildarî nasandina Ehmed Şer wekî terorîstekî cîhanî yê taybet di bin fermana bicihker a 13224an de ye. Ev nasandina rasterast a li dijî wî hîn jî berdewam e. Her wisa nasandina HTŞ wekî terorîst di cihê xwe de ye û her biryareke li ser wê nasandinê dê pêvajoyeke cuda be.
Rûdaw: Lê gelo hikûmeta Amerîkayêî difikire ku hem Şer û hem HTŞ ji lîsteya terorê derxe?
Nicholas Granger: Wek min got, her biryareke li ser wê nasandinê di pêvajoyeke cuda de tevger li gel tê kirin.
Rûdaw: Yek ji hevalbendên we yên sereke li Sûriyeyê hêzên Kurdan an Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûn. Ne hêzeke lap Kurdan e lê ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin û roleke wan a girîng di şerê li dijî DAIŞê de hebû. Gelo Amerîka garantiyê dide ku Kurd roleke girîng di Sûriyeya nû de bilîzin?
Nicholas Granger: Bi rastî, em bawer dikin ku hemû Sûriyeyî, çi Kurd bin çi Ereb bin, çi her nasnameyeke din bin, hemû jî di jiyana siyasî û civakî ya Sûriyeyê de xwedî rol in. Piştî zêdetirî 50 salî li jêr rejîma hovane ya Esed û zêdetirî dehsalekê hevrikî, gelê Sûriyeyê, hemû Sûriyeyî, vêga derfeteke wan a taybet heye ku paşerojeke nû ji bo welatê xwe diyar bikin.
Amerîka bi piştgirîkirina gelê Sûriyeyê serbilind e, hemû gelê Sûriyeyê, di hewlên xwe de ji bo avakirina welatekî yekgirtî ku azad û aram û pêşketî û serbixwe be, xwestekên hemû Sûriyeyiyan tê de bên dîtin û rêz li mafên hemû Sûriyeyiyan were girtin.
Min berê behsa têkiliyên me li Şamê kir û dixwazim zelal bikim ku em têkiliyê li gel desthilata demkî û beşeke berfireh ji Sûriyeyiyan li seranserê welêt dikin ji bo zelalkirina piştgiriya me ji bo veguhestineke siyasî bi serokatiya Sûriyeyî ku dûr be ji mezhebgeriyê û nûnertiya hemû Sûriyeyiyan bike, jin û mêr, ji hemû beşên pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê.
Em wek hikûmet li bendê ne ku desthilata demkî bi awayekî avaker beşdarî vê veguhestina siyasî bibe û piştgiriyê bide avakirina hikûmeteke niştimanî li Şamê ku hikûmeteke berpirsyar be, li hember welatiyên xwe berpirsyar be û li hember cîranên xwe û civaka navneteweyî berpirsyar be, di nav de şerê li dijî terorê, li dijî DAIŞê û aliyên din.
Rûdaw: Heta niha hikûmeta nû ya Sûriyeyê çi pêngav avêtine ji bo garantîkirina nûnertiya wekhev ji bo komên etnîkî û olî yên cuda yên Sûriyeyê?
Nicholas Granger: Em bi hûrbînî çavdêriya wan pêngavan dikin ku diavêjin û wek min got di têkiliyên me de li gel wan, em berdewam zelal dikin ku em li bendê ne, ne tenê bi gotin lê bi kiryar jî van tiştan bi cih bînin.
Ew pabend bûn bi dewleteke medenî ya berfireh li Sûriyeyê ku cihek be hemû Sûriyeyî bikaribin bi rûmet bi hev re tê de bijîn. Lewra em li bendê ne ku ev yek were bicihanîn. Wek min behs kir, Amerîka ne tenê ligel desthilata demkî, lê ligel beşeke berfireh ji Sûriyeyiyan jî têkiliyê datîne.
Em vê wekî gaveke girîng dibînin ji ber ku di dawiyê de, bi nerîna Amerîkayê, ev gelê Sûriyeyê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe dide. Rola me wekî Amerîka piştgirîkirina gelê Sûriyeyê ye di hewldanên wan de ji bo pêkanîna vê yekê.
Rûdaw: Ez dixwazim vegerim ser Kurdan û HSD. Ez bawer dikim ku Mezlûm Ebdî, fermandarê HSDyê got ku ew baş dibînin an dixwazin şêwazeke nenavendî ya rêvebirinê, sîstemeke federal li Sûriyeyê bibînin wekî Îraqê. Gelo Amerîka piştgiriyê dide pêşniyareke wiha?
Nicholas Granger: Wekê Wezîr Antony Blinken 10ê Kanûna Pêşîn got, gelê Sûriyeyê dê biryarê li ser paşeroja Sûriyeyê bide. Ev her şêwaza rêvebirinê ku ew dixwazin li xwe digire.
Loma, ji bo bersiva pirsa te, Amerîka bi tevahî piştgiriyê dide hikûmeteke paşerojê ya Sûriyeyê ku ji pêvajoyeke siyasî ya berfireh û şefaf derketibe û daxwazên gelê Sûriyeyê tê de werin dîtin, di nav de endamên hemû komên cuda yên Sûriyeyê, wekî Kurdan.
Her wiha em bawer dikin ku rola civaka medenî di pêvajoya veguhestina siyasî de girîng e. Lewra, ji aliyê Amerîkayê ve, em dê hikûmeta paşerojê ya Sûriyeyê nas bikin û piştgiriya temam lê bikin ku ji pêvajoyeke berfireh û şefaf a wiha derketibe.
Em amade ne her piştgiriyekê pêşkêşî hemû civak û pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê bikin, di nav de Kurd, di dirêjahiya vê pêvajoyê de.
Rûdaw: Lê derbarê tevlêkirina HSDyê wekî hêzeke leşkerî li gel artêşa Sûriyeyê? Gelo Amerîkayê ji serkirdeyên HTŞyê xwestiye ku vê yekê bikin?
Nicholas Granger: Tiştê ku ez dikarim ji te re bibêjim ew e ku me hemû aliyên Sûriyeyê han dane ku di diyalogê de bin li gel hev. Ev desthilata demkî ya Şamê û serkirdeyên HSDyê û yên din li bakurrojhilat li xwe digire. Lê ne tenê ew, aliyên din jî li başûr, bakurê rojava û seranserê Sûriyeyê hene.
Ji aliyê Amerîkayê ve, em bawer in girîng e ku ji bo pêkanîna veguhestineke siyasî bi serokatiya Sûriyeyî, pêvajoyeke bi serokatiya Sûriyeyî hebe û hemû aliyên Sûriyeyî bi hev re biaxivin.
Em bawer in girîng e ji bo hikûmeta Sûriyeyê, her hikûmeteke paşerojê ya Sûriyeyê be, rol û berpirsiyariyên hikûmeteke niştimanî bigire ser xwe û saziyên wê yên niştimanî hebin, çi di dezgehên ewlehiyê, artêş an saziyên medenî de be.
Divê cihek ji bo hemû gelê Sûriyeyê hebe. Ev HSD û aliyên din ên li ser erdê jî li xwe digire. Loma, ew gelê Sûriyeyê ye ku biryar dide ka ev çawa dixebite, lê bêguman me diyalog han daye ber bi wê armancê ve.
Rûdaw: Gelek kêmîneyên Sûriyeyê ji paşeroja xwe ne piştrast in, xasma Elewî ku malbata Esed ji wan bû. Li torên civakî em vîdeoyên êrişkirina ser vê kêmîneyê dibînin. Gelo we garantî ji Şer an serkirdeyên din ên Sûriyeyê wergirtiye ku êrişên tolhildanê li dijî kêmîneyên wekî Elewiyan nakin?
Nicholas Granger: Di gotûbêjên me ligel desthilata demkî û di daxuyaniyên wan ên giştî de, me dîtiye ku ew soz didin ku êrişên wiha yên tolhildanê çênabin.
Ez dikarim ji te re bibêjim ku me di têkiliyên xwe ligel desthilata demkî de zelal kiriye ku her kesek van karên tundûtîjiyê bike divê lêpirsîn ligel were kirin.
Her wiha me teqez kiriye li ser pêwîstiya dadweriya veguhestinê, çimkî dadweriya veguhestinê di rewşeke wek Sûriyeyê de girîng e ku ewqas pevçûn û hewlên dabşkirina komên cuda dîtiye.
Em bawer dikin ku miameleya ligel dadweriya veguhestinê kilîda aramiya dahatû ya Sûriyeyê ye, ji bo parastina gelê Sûriyeyê, çi Elewî bin çi yên din, bê guhdanê bidin ka ji çi civakekê tên.
Divê parastin ji bo hemû gelê Sûriyeyê hebe. Lewra me zelal kiriye ku ka çaverêtiya me ji desthilata demkî çi ye û em ê berdewam bin di çavdêriya hûr a rewşê li seranserê Sûriyeyê ji bo garantîkirina lêpirsînê ji bo her êrişekê ku çêdibe.
Rûdaw: Piştî wê serdana berpirsên bilind ên Amerîkayê, di nav de Barbara Leaf, ji bo Şamê, gelo têkiliyên we yên telefonî di asta bilind de ligel Ehmed Şer û berpirsên din ên Sûriyeyê hebûn?
Nicholas Granger: Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku ji wê serdana yekem ve li 20ê Kanûna Pêşîn, me gelek caran serdana Şamê kiriye. Derfeta min hebû jy beşdarî wan serdanan bibim û di çarçoveya diyaloga me ya berdewam ligel wan de, em ligel nûnerên desthilatên demkî civiyan.
Her wiha em ligel beşeke berfireh ji Sûriyeyiyan civiyan, civaka sivîl, çalakvan, bazirgan û beşeke berfireh ji Sûriyeyiyan. Lê ez dikarim ji te re bibêjim ku ev diyaloga me ya berdewam ligel desthilata demkî heye û me bikar aniye ji bo zelalkirina çaverêtiyên xwe, rengvedana wan çaverêtiyan e ku me ji gelê Sûriyeyê bi xwe bihîstine.
Em li bendê ne ku pêvajoya veguhestinê li Sûriyeyê, veguhestina siyasî, divê bi serokatiya Sûriyeyî be û divê milkê Sûriyeyê be. Divê hikûmeteke berfireh û nûnertî were avakirin.
Em çaverê dikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan, di nav de jin û endamên hemû koman rêz li wan were girtin û alîkariya mirovî bigihîje kesên ku pêwîstiya wan pê heye.
Em çaverê dikin ku dezgehên dewletê xizmetguzariyên sereke ji bo gelê Sûriyeyê dabîn bikin û Sûriye ji aliyê komên terorîst ve wek bingehekê neyê bikaranîn ji bo gefxwarina li gelê Sûriyeyê, cîranên wê yan cîhanê.
Her wiha em çaverê dikin ku embarên çekên kîmyewî li Sûriyeyê bên parastin û bi ewlehî bên ji navbirin û desthilata demkî di vî warî de ligel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kar bike.
Bêguman çaverêtiya me ku me zelal kiriye ew bû ku Sûriye divê têkiliyên aştiyane ligel cîranên xwe hebe û divê destê rêxistinên pêwendîdar bigihe cihan ji bo alîkarîkirina di diyarkirina çarenûsa Sûriyeyiyên bêserûşûn û welatiyên biyanî, di nav de Amerîkî û di dawiyê de lêpirsîn ligel binpêkeran were kirin.
Ev hemû ew tişt in ku me di diyaloga xwe ya berdewam li gel desthilata demkî de behs kiriye û em ji bo paşerojeke nêzîk planê datînin ku li ser wan berdewam bin.
Rûdaw: Bi piştgirêdana bi têkilî û gotûbêjên we ligel serkirdeyên Sûriyeyê, heta çi radeyê tu geşbîn î? Tu çiqas geşbîn î derbarê dahatûya Sûriyeya nû de?
Nicholas Granger: Ez bawer dikim ku ev pirsek e ji bo gelê Sûriyeyê ka heta çi radeyê geşbîn in. Ji aliyê Amerîkayê ve, wek min berê got, em amade ne piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê dema rêyeke nû ji bo dahatûya xwe diyar dikin.
Ev demeke tije nedilniyahî ye, her wiha demeke metirsîdar e lê dema hêviyê ye jî. Lewra ji aliyê Amerîkayê ve, em ê berdewam bin di têkilîdanînê de ligel gelê Sûriyeyê ji bo pêşkêşkirina piştgiriya xwe dema rêya dahatûyê diyar dikin.
Her wiha em ê berdewam bin di têkilîdanînê de ligel desthilata demkî ji bo zelalkirina bendewariyên xwe ku gotinên xwe bi kiryarên şênber bi cih bînin.
Rûdaw: Bila em vegerin ser sivikkirina cezayan, bêguman we hemû ceza ranekirin. We tenê hin ji wan cezayan sivik kir, wek te berê behs kir. Te got, dê demeke şeş mehî hebe, paşê hûn ê nirxandinê ji bo rewşê bikin. Tu dikarî senaryoyekê ji me re zelal bikî ku dibe ku wer li we bike ku hûn wan cezayan hilpesêrin an nû bikin?
Nicholas Granger: Bi rastî pir zû ye ku tewra ez behsa vê yekê jî bikim. Dîsa, moleta giştî ku me hefteya borî derxist ji bo dabînkirina alîkariya lezgîn ji bo miletê Sûriyeyê bû. Pêwîstiyeke mezin li seranserê aboriya Sûriyeyê heye.
Loma moleta me ya giştî ji bo armanckirina warên gelekî diyarkirî bû: enerjî, elektrîk, av, vekirina Banka Navendî ya Sûriyeyê ji bo miameleyên kesane.
Ev hemû tişt girîng in. Lê dîsa, dema me ya şeş mehî heye. Em ê di çavdêrîkirina rewşê de berdewam bin. Her wiha em dixwazin ji gelê Sûriyeyê û hevkarên navçeyê fêm bikin ka çi warên din pêwîst in ku bên çareserkirin? Lê ev pirsek e ji bo demeke din.
Rûdaw: Têkiliyên we ligel hikûmeta Sûriyeyê çawa şerê li dijî DAIŞê li Sûriyeyê diguhere yan gelo xwezaya şerê we diguhere? Wekî hûn dizanin, şerê we pêşî bi hevkarî li gel HSDyê, li gel Kurdan bû. Gelo ev dê biguhere? Bo nimûne, bila em bibêjin li şûna HSDyê hûn ligel Şamê kar dikin ji bo şopandina DAIŞê?
Nicholas Granger: Ez bawer nakim pirsa ev an ew be lê pirsa karkirina li gel desthilatên li ser erdê ye ji bo şerkirina li dijî terorê bi hemû şêweyan, çi DAIŞ be çi komên din.
Bê guman, li gel desthilata demkî, wekî min berê jî qal kir, me çaverêtiyên xwe zelal kirine ku nehêlin Sûriye bibe bingehek ji bo terorîstan, ji bo gefxwarina li gelê Sûriyeyê, gefxwarina li deverê û gefxwarina li cîhanê. Wan soz daye, pabendiya xwe ji bo şerkirinê ragihandine, ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê û em li bendê ne ku ew vê pabendiya xwe bi cih bînin.
Di heman demê de, em ê di girîngîdana bi hevkariya xwe ligel HSDyê berdewam bin, ne tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê lê ji bo parastina girtiyên di zindanan de û kampan li bakurrojhilatê Sûriyeyê. Ev tiştek e ku divê dewleta dahatû ya Sûriyeyê berpirsiyariya wê bigire ser xwe.
Lewra, vegera li ser tiştê ku me berê behs kir, girîng e ku HSD û desthilata demkî di diyalogeke gelekî ciddî de bin li ser ka paşeroja Sûriyeyê ji bo aliyên li ser erdê dê çawa be û garantîkirina ku dikarin hemû bi hev re kar bikin ji bo şerkirina li dijî DAIŞê.
Rûdaw: Pirsa dawî. Min dixwest derbarê Îranê de ji te bipirsim. Wisa xuya dike ku Îran bi rûxandina rejîma Esed li Rojhilata Navîn gelekî lawaz bûye. Nirxandina hikûmeta Amerîkayê ji bo bandora Îranê li devera berfireh çi ye?
Nicholas Granger: Dema em tên ser Sûriyeyê, gelekî zelal e ku Îran di zêdetirî dehsala borî de roleke gelekî bêîstîqrarker lîstiye. Rola bêîstîqrarker a Îranê bêguman ne tenê li Sûriyeyê sînordar bûye lê li seranserê herêmê jî.
Em bawer in niha ligel rûxandina rejîma Esed û derketina Îranê ji Sûriyeyê, gelekî girîng e ku rê bi Îranê neyê dayîn ku xwe dîsa li Sûriyeyê bi cih bike, rê pê neyê dayîn ku sûdê ji rewşa Sûriyeyê wergire yan jî wê bi kar bîne ji bo dîsa xwesepandina xwe.
Em bawer dikin ku ev gelekî girîng e. Me ev yek ji bo desthilata demkî zelal kiriye. Me ji gelê Sûriyeyê bihîstiye ku ti daxwazeke wan nîne ku Îran vegere û rola ku di demboriyê de lîstiye bilîze. Loma em bawer dikin ku ev tiştekî girîng e ji bo berdewamkirina çavdêrîkirina wê, ne tenê ji bo Sûriyeyê lê ji bo herêmê bi giştî.
Rûdaw: Nicholas Granger, gelekî spas ku tu ligel Rûdawê axivî.
Nicholas Granger: Gelekî spas, kêfxweş bûm.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse