Di dîroka Îraqê de cara yekem: Jineke Kurd bû pîlota kaptan

20-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rêjîn Doskî Kurd Îraq Pîlota Kaptan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka Îraqê de cara yekem jineke Kurd bû pîlota kaptan û yekem geşta wê ji bo Îmaratê bû.

Rêvebirê Ragihandinê yê Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Îraqê Welîd Delfî ji Rûdawê re ragihand, “Rêjîn Mihemed Doskî bû yekem jina Kurd ku di dîroka Îraqê de gihîşt asta pîlota kaptan.”

Herwiha Welîd Delfî got, “Yekem geşta Doskî 19ê Sibatê ji Balafirgeha Bexdayê ber bi bajarê Dubaiyê yê Îmaratê ve bû.

Piştî ku li kompanyaya Rêyên Asmanî ya Îraqê, ji alîkarê kaptan bû kaptana serekê dê ji niha û pê ve bi bi awayekî berdewam geştan bike.”

Rêjîn Doskî ji bajarê Dihokê ye û li Urdinê perwerdeya pîlotiyê qedandiye.

Ji sala 2014an ve di warê veguhastina asmanî de kar dike û 2017an tevlî kompanyaya Rêyên Asmanî ya Îraqê bû.

Sala 2017an balafira Boeingê ji Amerîkayê bir Îzlandayê û ji wir jî bir Bexdayê.

Doskî piştî firîna xwe ya yekem û vegera Balafirgeha Bexdayê, ji aliyê Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezaq Seîdawî ve hat xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst