کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

22 salan li Afrîkayê winda ma, îro vegeriya Silêmaniyê

RÛDAW

RÛDAW

20-02-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW20-02-2025

Nûçeyên Têkildar

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir
Kurdistan23-11-2026

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn
Kurdistan23-11-2026

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike
Kurdistan23-11-2026

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike

Silêmanî (Rûdaw) - Kurdekî ku ku 22 salan li Afrîkayê winda ma vegeriya Silêmaniyê nav malbata xwe.

Seyfulah Husên ji bajarokê Serûçaweyê yê îdareya Raperînê ye.

22 salan haya malbata wî jê nebû û ew dawiya sala borî li Afrîkayê derket holê û vê sibehê vegeriya nav malbata xwe.

“Min bêriya Kurdistanê dikir”

Seyfulah piştî ku bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê vegeriya ji Rûdawê re got: "Ez gelekî kêfxweş im ku li malê me û di nav xelkê Kurdistanê de me.

Wekî ku ez nû ji dayîk bûbim. Ma tiştekî ji vê xweştir heye ku mirov vegere nav malbata xwe?

Min demeke dirêj di girtîgehê de derbas kir. Min bêriya welatê xwe dikir, bêriya dê û bavê xwe dikir, bêriya hemû xelkê Serûçawe û Kurdistanê dikir."

Li gorî agahiyên Rûdawê, destpêkê Balyozê Kenyayê yê Îraqê agahî li ser Seyfulah daye Birêvebirê Pasportan ê Silêmaniyê û wî jî malbata Seyfullah agahdar kiriye.

Birêvebirê Pasportê yê Silêmaniyê Salar Ebdula ji Rûdawê re ragihand ku piştî haya wan ji rewşê çêbûye wan hewl daye ku Seyfulah vegerînin.

Seyfulah Husên sala 1996an dema ew 19 salî ye ji bo ku here Ewropayê berê xwe daye Kenyayê.

Piştî ku Seyfulah çûye Kenyayê heta sala 2003yan têkiliya wî bi malbata wî re hebûye lê bi gotina Hunerê birayê wî ji wê salê ve êdî haya wan jê nemaye.

Seyfulah li Kenyayê bi jineke Afrîkayî re zewiciye û bavê kurekî ye.

Pirsên