Beşek ji Konsulên li Kurdistanê bi cilên Kurdî pêşwaziya Newrozê dikin

20-03-2019
RÛDAW
Eleqeya Konsul û dîplometên li Herêma Kurdistanê ya ji bo cilên Kurdî balê dikişîne.
Eleqeya Konsul û dîplometên li Herêma Kurdistanê ya ji bo cilên Kurdî balê dikişîne.
Nîşan Newroz Kurdistan Dîplomat Konsul Cilên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsul û dîplometên li Herêma Kurdistanê kar dikin, ji xeynî karûbarên xwe yên siyasî ji aliyê kulturê ve jî peywendiyên xwe ligel xelkê Herêma Kurdistanê danîne û beşek ji wan xwe ferî zimanê Kurdî kirine. Herwiha biryar e çend konsul û dîplomatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bi cilên Kurdî pêşwazî li Newroza îsal bikin.

 

Eleqeya Konsul û dîplometên li Herêma Kurdistanê ya ji bo cilên Kurdî balê dikişîne.


Wekî xelkê Jerêma Kurdistanê dîplomatên li Kurdistanê jî cilên Kurdî ji xwe re dûritine. Konsulê Japonê yê li Hewlêrê dibêjê wî 4 dest cilên Kurdî hene ew dê bi cilên xwe yên Kurdî beşdarî Newroza Hewlêrê bibe.


Derbarê vê yekê de Konsulê Japonê yê li Hewlêrê Katsumi Moriyasu ji Rûdawê re diyar kir ku ew gelek ji hez cilên Kurdî dike û wî berî 4 dest cilên Kurdî ji xwe re dane çêkirin.


Katsumi Moriyasu diyar kir ku ew dixwaze wekî xelkê Kurdistanê cilên Kurdî lixwe bike û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku dê ligel xelkê Newrozê pîrzo bikim. Min bi xwe xwest ez cilên Kudî bidim çêkirin. Ji bo min hesteke xweş e, ez cilên Kurdî li xwe bikim û tekevim di nav xelkê de. Ez dixwazim bibim yek ji wan.”


Konsulê Koreya Başûr John Kuanjin diyar kir ku wî bo cara yekem berî 14 salan cilên Kurdî li ber Serok Mesûd Barzanî dîtibûn û ji wê heyamê ve cilên Kurdî bala wî keşandiye.


John Kuanjin jî da zanîn ku wî biryar daye cilên Kurdî ji xwe bide çêkirin û wiha axivî: “Me bi boneya Roja Cilên Niştîmanî ya Kudî serdana Berpirsê Peywendiyên Derve Felaha Mistefa kir, wê heyama cilên Kudî li ber Birêz Mistefa hebûn. Cilên wî gelek li xweşa min çûn, min jî biryar da ez ji xwe bidim çêkirin. Gelek keyfa min ji wan cilan re tê.”


Beşek mezin dîplomat û Konsulên li Kurdistanê girîngiyê bi çand û kevneşopiyên Kurdan didin. Herwiha biryar e hejmarek dîplomat  û nûnerên welatên derve beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.


Konsulê Hindistanê yê li Herêma Kurdistanê Chandramoli Ki Kern jî ragihand ku pîrozbahiyên li Kurdistanê dibşibin ên li welatî wî û wiha pê de çû: “Berê bême Kurdistanê û wek konsul dest bi kar bikim min temaşeyê çend dîmenên Newrozê kiribûn. Xelkê cilên resên li xwe kiribûn li dora agir dîlan digerandin. Ew dîmen gelek li xweşa min çûn. Min hêj wê heyama biryar dabû ez dê di Newrozê de cilên Kurdî li xwe bikim.”


Li Herêma Kurdistanê bi giştî 40 konsulxane û nûneritiyên welatên biyanî hene. Ew dîplomat û konsul ligel peywendiyên siyasî peywendiyên aborî, civakî û kulturî jî bihêz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst