Bernameya Newroza Amedê eşkere bû

1 demjimêr berê
Nîşan Amed Newroz Bername
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya pîrozbahiyên Newroza Amedê eşkere bû.

Di bernameyê de xwendina peyama Ocalan jî heye.

Newroza Amedê dê îsal 21ê Adarê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê" bê pîrozkirin.

Peyama Ocalan tê xwendin

Bername dê saet 10:00an bi derketina ser dikê ya koma kemaçeyê dest pê bike.

Tê çaverêkirin ku di çarçoveya bernameyê de peyama Abdullah Ocalan jî were xwendin.

Bernameya Newroza Amedê

Li gorî agahiyan, rêzbendî û bernameya pîrozbahiya Newrozê dê bi vî rengî be:

  • Saet 10:00an koma kemaçeyê dê derkeve ser dikê.
  • Komîteya Amadekar dê gel silav bike.
  • Piştî rêzgirtinê Komîteya Amadekar û hevserok dê xelkê silav bikin û axaftinên kurt bikin.
  • Konsera xwişk û bira Dîlan û Erkan Top dê dest pê bike.
  • Pişt re li ser navê Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata û li ser navê partiyên Kurdistanî jî Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî dê biaxivin.
  • Hunermend Elend Hazim dê derkeve ser dikê.
  • Dê sînevîzyonek were nîşandan.
  • Peyama Abdullah Ocalan dê were xwendin.
  • Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.
  • Koma Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.
  • Leyla Zana dê biaxive.
  • Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
  • Di dawiyê de peyamên Newrozê yên siyasetmedaran dê werin xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst