Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Newroz pîroz kir û got, “Newroz sembola têkçûna tarîtiyê û nûbûna jiyanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Ti hêz û çek nikarin agirê azadîxwaziya Kurdan vemirîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Newrozê û Sersala Kurdî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rewşa herêmê û got, "Erkê me hemûyan e ku em Herêma Kurdistan û Îraqê ji van aloziyan dûr bixin."
Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Newrozê li Kurd û Kurdistaniyên cîhanê, malbatên şehîdan, Pêşmerge û hêzên ewlehiyê pîroz kir.
“Newroz sembola têkçûna tarîtiyê ye”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Newroz dîrokeke tije têkoşîn û destanên berxwedana neteweyekê ye ku qet serî netewandiye.
Wî li ser wateya Newrozê got, “Newroz sembola têkçûna tarîtiyê û nûbûna jiyanê ye.
Ev rastiya dîrokê îsbat dike ku ti hêz û çek nikare agirê azadîxwaziyê di dilê Kurdan de vemirîne.”
Hişyariya şer û aloziyan
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rewşa hestiyar û aloz a herêmê.
Wî anî zimên ku metirsiyên şer û encamên wî ji her aliyekî ve diyar dibin û wiha pê de çû:
“Erkê me hemûyan e ku em bi berpirsyariyeke dîrokî bixebitin da ku Herêma Kurdistan û Îraqê ji van aloziyan dûr bixin.
Aştî û aştîxwazî hêza me ya herî mezin e û tenê di bin siya aramiyê de em dikarin paşerojeke baştir ava bikin.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir ku divê Kurd bi îradeya Newrozê destkeftiyên xwe yên destûrî û kiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê zexm û bihêz bihêlin.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên bi Hikûmeta Îraqê re jî axivî.
Wî destxweşî li gavên erênî kir û da xuyand ku hevkariya Hewlêr û Bexdayê, bicihanîna destûrê, sîstema federalî û parastina mafên hemû pêkhateyan tenê garantiya Îraqeke bihêz û aram e û got:
“Em li Herêma Kurdistanê wekî her dem dibin faktora aramî û ewlehiyê.
Em destê lihevkirin û dostaniyê ji bo her kesî dirêj dikin.”
Banga ji bo parastina jîngeh û ewlehiyê
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de, bangî welatiyan kir ku di dema ger û seyranan de baldar bin û ewlehiya xwe biparêzin.
Wî xwest ku welatî pêbendî rêkarên hatûçûnê bin da ku cejn bi aramî bi rê ve biçe.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Parastina jîngeh û siruşta bedew a Kurdistanê, erkekî neteweyî û nîşana şaristaniya me ye, divê em pêbendî wê bin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse