Mucteba Xamineyî: Me êrişî Tirkiye û Umanê nekiriye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mucteba Xamineyî Îran Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî bi boneya cejnên Remezan û Newrozê peyamek belav kir.

Xamineyî di peyama xwe de behsa şerê li gel Amerîka û Îsraîlê, aboriya Îranê û pêwendiyên li gel cîranan kir.

Xamineyî diyar kir ku cejnên Remezan û Newrozê îsal bi hev re ne, lewma wî pîrozbahî li Misilmanên cîhanê û welatiyên Îranê kir.

Îran û sê şer

Mucteba Xamineyî amaje bi wê yekê kir ku Îranê di sala borî de rûbirûyî sê şeran bûye:

Şerê yekem: Hezîrana par bû ku Îsraîlê "bi hevkariya Amerîkayê û di dema dan û standinan de bi êrişeke nemirovî" sîstema Îranê armanc kir.

Xamineyî got, "Wan herî kêm 1,l000 welatiyên me şehîd kirin lê nekarîn sîstema me birûxînin."

Şerê duyem: Kudetaya meha Kanûna Paşîn a îsal an ku xwenîşandanên li Îranê bûn. Xamineyî xwenîşandan tawanbar kir ku "dijmin bi rêya bekirêgirawên xwe" ziyaneke mezin gihand Îranê.

Şerê sêyem: Ew şerê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye û di roja yekem de Elî Xamineyî hate kuştin.

Mucteba Xamineyî got, "Dijmin nekarî bi xwenîşandanan encamê bigire lewma ket nava xeyala dabeşkirina Îranê bi rêya kuştina serkirdeyan."

Rêberê Îranê spasiya xelkê kir ku di Remezanê de rojî bi cîhadê re kirine yek û got ev yek bûye sedema şoka dijmin.

Xamineyî her wiha tekezî li ser "yekrêziya" xelkê Îranê kir.

Rola medyayê di dema şer de

Rêberê Îranê hişyarî da ku dijmin bi rêya medyayê hiş û derûniya xelkê armanc dike da ku yekrêziya niştimanî xera bike.

Muxteba Xamineyî daxwaz ji medyaya navxweyî kir ku ji behskirina xalên lawaz dûr bikevin da ku dijmin negihe armanca xwe.

Rewşa aboriya Îranê

Xamineyî rewşa aboriyê wekî "xala bingehîn a parastinê" pênase kir û diyar kir ku dabînkirina debara jiyana xelkê û hilberîna dewletê pêngava herî mezin a li dijî şerê aboriyê ye.

Xamineyî eşkere kir ku ew wekî kesekî nenas bi taksiyan li kolanên Tehranê geriyaye û guhdariya daxwazên xelkê kiriye.

Mucteba Xamineyî got ji bo çareseriyê nexşeyek hatiye amadekirin û dirûşma îsal wekî "Aboriya parastinê di bin siya yekrêziya niştimanî û asayîşa niştimanî de" ragihand.

Pêwendiyên bi cîranan re

Mucteba Xamineyî tekez kir ku xalên wan ên hevpar ên dînî bi cîranên rojhilat re hene. Û daxwaz kir ku Efxanistan û Pakistan ji bo yekrêziyê pêwendiyên xwe baştir bikin.

Rêberê Îranê derbarê êrişên li ser Tirkiye û Umanê jî got:

"Ew êriş bi ti awayî ji aliyê hêzên Komara Îslamî û Berxwedana Îslamî ve nehatine kirin. Ev xefka rejîma Siyonîst e da ku fîtnê bixe navbera me û cîranên me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst