Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser Keleha Hewlêrê agirê Newrozê pêxist.
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Keleha Hewlêrê agirê Newrozê hat geşkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Em ber bi asoyeke ronaktir ve diçin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Newroza Serok Mesûd Barzanî û xelkê Kurdistanê pîroz kir û got:
"Ez cejnên Remezan û Newrozê li rêber û serkirdeyê me yê mezin cenabê Serok Barzanî, Pêşmerge û malbatên serbilind ên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê pîroz dikim."
Mesrûr Barzanî diyar kir ku xelkê Kurdistanê li dirêjahiya dîrokê li hemberî zaliman li ber xwe daye û ti carî serî netewandiye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Hêviya me ew e ku di bin siya rêberiya Serok Barzanî de gelê Kurdistanê her bi ser bikeve û li hemberî hemû zilmkaran bisekine."
Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em hêvî dikin ku asoya gelê me di bin serkirdayetiya Serok Barzanî de bi hêz û bazûyê Pêşmergeyên qehreman û berxwedana gelê me ronaktir bibe."
Mesrûr Barzanî spasiya berxwedana xelkê Kurdistanê kir û wiha li pey çû:
"Ez gelekî spasiya berxwedana xelkê Kurdistanê dikim. Bi taybetî di vê demê de ku li herêma me şer û alozî hene.
Em bi hemû şiyana xwe hewl didin ku Kurdistanê ji her şer û aloziyan biparêzin û dûr bixin.
Ez piştrast im bi piştgiriya Xwedê em ber bi asoyeke ronaktir ve gavan diavêjin."
#WÊNE - Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî li ser Keleha Hewlêrê agirê Newrozê pêxist#Newroz pic.twitter.com/NHcfFbCkOu
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 20, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse