Lîstika elektornîk PUBG li Rojavayê Kurdistanê gihîşte asta metirsiyê

20-04-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Piraniya zarokên înternetê bikar tînin PUBG dilehîzin
Piraniya zarokên înternetê bikar tînin PUBG dilehîzin
Nîşan Rûdawa Rojava PUBG Lîstik
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê jî, wek piraniya cih û welatên din, ew kesên ku vê lîstika PUBG a elektronîk li ser întertnetê bikar tînin, roj bi roj zêde dibin.

 

Piştî ku bi awayekî zêde lîstika PUBG di nava xelkê Rojavayê Kurdistanê de belav bû, karvedanên cûda bi dû xwe ve hişt, PUBG sînorê temen derbas kiriye  û heta ku zarokên 7 salî jî dilîzin.

 

Zorekê ku lîstika PUBGê dilehîze dibêje: “Em û hevalê xwe kom dibin û sebra xwe  tînin.  Dayîk  û bavê me gelek aciz dibin, lê em dema xwe derbas dikin. Eger PUBG bê qedexekirin jî, gelek lîstikên bi wî awayê hene.”

 

Derûnas dibêjin ku mijûlbûna bi lîstkên elktronîk dibe sedema jihevketina civakê. Derûnnasek dibêje, divê xwendigeh û saziyên civaka sivîl û malbat bi hev re alîkar bin, daku xelk li hember aliyên xerab yên bikaranîna vê lîstikê û lîstikên din hişyar bin.

 

Derbarê vê yekê de Serokê Navenda Geşepêdana Derûnî  Mihemed Elî Osman dibêje: "Hin kesen gelek zêde girêdayî nebûne û zêde karê wan nîne û dema xwe derbas dikin. Lê hin kes hene ku ew zêde girêdayî lîstikê bûne û dev ji kar û malên xwe  berdidin. Ji bo hişyariyek civakî çê bibe divê semîner bên sazkirin ku  ziyan kêmtir bibin.”

 

PUBG niha li cîhanê ji yek lîstikên herî zêde tê lîstin û gelek caran jî bûye sedema xerabûna rewşa xwendina zarokan, pêşketina reftarên  dijmnatiyê û berdana jin û mêran û lewma li hin welatan hate qedexekirin  û li hin welatên din jî mijara qedexekirina wê tê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst