Leyîstika Gur û Pez leyîstikek e ji çanda kevnar a Kurdan. Li derdora Colemêrg û Botanê heye û belkî li gelek cihên dîtir jî hebe.
Em dikarin bêjin kişika (satranç) gelê Kurd e. Gur her du alî, navenda leyîtiksê digirin û êrişê dibin ser pezî. Nahêlin ku pez belav be. Pêşiyê li jîn û jîndariyê digirin. Wekî kişikê bi pêngavên stratejik û taqtîk tê leyîstin. Li ser mantiq û aqilî ye. Her pêngava wê bi stratejik tê ramandin. Ev ji leyîstikê zêdetir wekî leyîstikeke kevnar û mitolojik e.
Rayên vê leyîskê xwe digehînin xwedawendan û cîvakên berî zayînê. Bes ew ne bi tinê leyîstikek e. Li hember neqencî û xeteriyê parastin, stareya mirovan dinimîne. Mirov li hember şerê nebaşiyê beravaniya xwe bi pezî dike. Pez qencî û başiyê dinimîne. Gur ji xeterê û nebaşiyê dinimîne.
Ev leyîstik, çanda kabîle û rîtûelên olî di nav xwe de dihewîne. Ev leyîstik rîtûel e, li hember gurê dekbaz tê leyîstin û ji bo jindariya silamet cîhanê tê leyîstin.
Leyîstik Çawa Tê Lîstin?
Leyîstik bi du guran û bist pezan tê leyîstin. Wate jê ne ku bi ajelan anku bi gur û pezên rastî tên leyîstin, bi berikan tê lîstin. Nimandina wan bi keviran tê kirin. An ku kevir cîgirtina giyandaran dikin. Mirov keviran wekî gur û pez dipejirîne û pêdileyîzin.
Leyîstoka û Gur û Pez (li herêma Botanê dibêjinê Bîst Berikanê). Ev leyîstoke bi berikan tê leyîstin. Bi bist û du berikan tê leyîstin. Bîst kevir pez in û du kevir jî gur in. Kevir pez û guran nimandin dikin. Pênc malikên leyîstokê hene. Her malikekê çar keviran dideynin. Ev kevir pezî temsîl dikin. Li her du malikên navendî gur tên danandin. Gur pêşiya pezî dibirin ku pez belavî qada leyîstokê nebe. Gava pez belav bû qada leyîstokê hingê gurî radest digirin. Gur her du alî navenda depê leyîstikê digire û divê bibe serwerê leyîstikê. Leyîstvan dixwaze pezî belav bike û guran dorpêç bike, guran radest bigire û leyîstikê kesp bike. Leyîstvanê guran jî şer û beravaniya xwe dike. Stûna navenda leyîskê bernade, pezî yek bi yek dixwe. Leyîstvanê pezî jî bi hevkariya pezî der dora guran digire û or (dîlgirtin) bike. Pez rola parazvaniya cîhanê digire ser xwe, qenciyê dinimîne.

Armanca Leyîstika Gur û Pezî Çi ye?
Armanca vê leyîstikê pêşîgirtina kalbûna cîhanê ye, hez dikin cîhanê jîndar û xweş bigirin. Hez dikin pêşî li edembûn û rûmetketina cîhanê bigirin. Êrişên gurî neqenciyê temsil dikin. Divêt jiyana li cîhanê pûç bike, têk bibe. Êrişê her dem dide stûna navenda cîhanê û bibe serwerê stûna cîhanê. Pez ji berevanî, parastina jiyanê dike. Armanca pezî pêşî li dolapgeriya gurî bigire, nehêle stûna navenda cîhanê wergêre. Ji ber van sedema pez di xeta berevanî yê de ye.
Qebileyan ev leyîstike wekî rîtûela sax û silametiya cîhanê dîtiye, pê leyîstiye. Ji serdema mezolîtîê were di nav qebileyên gelê Kurd de hatiye leyîstin. Heta roja me ji hatiye lê mixabin wateya xwe ya olî berze kiriye û îro wekî leyîstikeke asayî, di rêzê de maye. Pir kêm dizanin pê bileyîzin. Wekî hemû tiştan vê leyîstikê jî nesibê xwe di ba û bahozên dirokê yên dijwar û xeter dîtîye. Ya di dîrokê de ketiye ber bext û nesibê wê tunebûn, windabûn û jibîrkirine.

TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse