Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand ku li Nexweşxaneya Fêrkarî ya Kezebê pûlekî domînoyê ji mîdeyê ciwanekî hatiye derxistin.
Pisporê serperiştyar da zanîn ku pûl mezin bûye û bi zehmetî hatiye derxistin.
Pisporê Nexweşiyên Kezebê Dr. Hîwa Ebûbekir serperiştiya emeliyata derxistina pûl kir.
Hîwa Ebûbekir ji Rûdawê re ragihand ku ew ciwanekî 14 salî yê astengdarê bihîstinê ye û di dema lîstika domînoyê de pûl di devê xwe de veşartiye û bêhemdî daqurtandiye.
Hîwa Ebûbekir diyar kir ku ew xelkê Çemçemalê ye û ji mexdûrên lehiyê ye lewma pûl çend rojan di mîdeyê wî de maye.
Pûl doh Çarşemê bi hevkariya tîmeke pispor a nexweşxaneyê hat derxistin.
Emeliyat bi rêya endoskopiyê û di bin pûçkirina giştî de hat kirin û nêzîkî 90 xulekan ajot.
Pisporê tenduristiyê diyar kir ku derxistina cismên biyanî yên mezin zehmet e.
Eger nehata derxistin dê çi bibûya?
Hîwa Ebûbekir li ser metirsiya mijarê got:
"Eger nehata derxistin dê derbasî rûvî û donzdegirêkê bûbûya û bûbûya sedema xitimîna rûviyan.
Ew yek dê bûbûya sedema encamên metirsîdar û diviyabû bi emeliyatê bihata derxistin."
Pisporan ji bo pêşîlêgirtina bûyerên wiha çend rênimayî dan:
- Divê kel û pelên ku bi hêsanî tên daqurtandin ji zarokan dûr bên girtin.
- Eger cismê biyanî di qirikê de asê mabe, nabe dest bixin qirika zarok û hewla derxistinê bidin, divê bigihînin nexweşxaneyê.
- Heta ku cism bi hêsanî tê derxistin nabe nexweş tiştekî bixwe yan vexwe.
- Eger cism çûbe boriya bêhnê (henase), divê teknîkên hawarhatina seretayî werin kirin yan jî yekser bibin nexweşxaneya herî nêzîk.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse