Içmo: Xwezî Kurd bibana yek

20-06-2016
RÛDAW
Helbestvan Ferhad Içmo
Helbestvan Ferhad Içmo
Nîşan Ferhad Içmo Kurd Helbestvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê navdarê Rojavayê Kurdistanê Ferhad Içmo ragihand, wî tenê hêviya serketina Kurdan û yekbûna Kurdan heye. Içmo got: “Xwezî Kurd yekgirtî ban.”

 

Evîna Helbastvanê naskirî û hezkirî yê Rojavayê Kurdistanê Ferhadê Içmo bi tenê welat e û xem û derdê wî tenê milletê Kurd û yekgirtina Kurdan e.

 

Ferhadê Içmo di zoriya nexweşiyê de mêjîyê xwe diguvişe da ku gotinên serkerdyên kurdan di derheqê nivîskar û rewşinbîrên Kurd de bîne bîra xwe û dibêje, Mele Mistefa Barzanî pereyên berîka pêşmergeyan da rewşenbîrekî hejar .

 

Ferhad Içmo niha nexweş ketiye û girêyek di serê wî de peyda bûye. Ji bo dermankirina hatiye Başûrê Kurdistanê û îşev tê emelyatkirin.

 

Rûdawê serdana helbestvan Içmo kir û guhdariya derdên dilê wî kir.

 

Içmo ji Rûdawê re got, ew ji mirinê ditirse, lê belê ne ji ber mirinê bi xwe, belku ji ber milletê Kurd. Içmo wiha got: “Ez gelek ji mkirinê ditirsim, ji ber millet. Xwezî Kurd yekgirtî ban.”

 

Yek ji navên ku di bîra Icmo de maye, Kemal Derwêş e, ku qebûl nekir Icmo tevlî partiya wî bibe.

 

Ferhadê Içmo kî ye?

 

Di sala 1960î de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li dibistanên bajarê Qamişlo timam kiriye.

 

Di sala 1984an de bawernameya Bekeloryosê di endazyariya şaristanî de ji zankoya Helebê wergirtiye.

 

Berî helbestê, bi karê muzîkê re jî mijûl bû ye. Lê di 29.07.1978 an de helbesta xwe ya yekemîn bi navê Ey Zeman nivîsandiye.

 

Di piraniya kovar û rojnameyên kurdî de, helbestên xwe weşandine û nêzîkî 60 helbestên wî bûne stran bi dengê hunermendên weke Mihemed Şêxo, Şeyda, Beha Şêxo, Adil Hiznî, Şeyda, Selah Osê, Ismaîl Cuma û çend hunermendên helbestên wî kirine stran. Strana Gula Kurdistan,a ku Şeyda gotiye û Rûdawê sponsoriya wê kiriye.

 

Ferhadê Icmo heta niha 7 pirtûkên helbestan jî çap kirine.

 

- Sala 1960 li Qamişlo ji dayik bûye.

 

- 1984 bawernameya endazyariya şaristanî li Helebê standiye.

 

- Sala 1970 tevlî karê karê hunerî bû ye.

 

- Sala 1978 helebsta yekem bi navê Ey Zeman nivîsandiye.

 

- 60 helbestên wî hene.

 

- Hunermendên navdar helebstên wî kirine stran.

 

- Heta niha 7 pirtûkên wî hatine çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst