Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê dibêje, hezar heciyên Kurdistanî jî gihîştine Mekkeyê.
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê dibêje, heta niha 5 hezar û 444 heciyên Kurdistanî gihîştine Erebistana Siûdiyê û ji wan kesan jî, hezar hecî gihîştine Mekkeyê.
Ji tîma ragihandinê ya hec û umreyê ya ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ve, Karwan Stûnî da xuyakirin: “Rojane hatina heciyên Herêma Kurdistanê bo Erebistana Siûdiyê berdewam e û Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ve hemû amadekarî jibo pêşwazîkirina li heciyan û dabînkirina baştirîn xizmetguzarî ji wan re kiriye.”
Li gor heman daxuyaniyê, heciyên Kurdistanê rojane “bi rêya herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê rasterast digihin bajarê Medîneyê û piştî ku 5 rojan li wir dimînin, ber bi bajarê Mekkeyê ve birêdikevin.”
Bi gotina Karwan Stûnî, “heta niha 5 hezar û 444 heciyên Herêma Kurdistanê gihîştine Siûdiyê û ji wan kesan jî nêzîkî hezar hecî gihîştine bajarê Mekkeyê.”
Îsal li Herêma Kurdistanê, nirxê asayî yê hecê 4 hezar û 200 dolar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse