Mêrdînî ji ber hewaya germ li ser banan radizin

20-08-2025
RÛDAW
Malbateke Mêrdînî li ser banê xaniyê xwe radize / Wêne: AA
Malbateke Mêrdînî li ser banê xaniyê xwe radize / Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Razan Banê Xaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê ji ber germahiya zêde, welatî bi şevan li ser banên xaniyên xwe radizin û vê kevneşopiya didomînin.

Her çi qasî guherîna avhewayê û avakirina xaniyên ji beton bandor li ser vê kevneşopiyê kiribe jî li hinek deverên Mêrdînê razana li ser banan hîn jî didome.

Beriya roj biçe ava, jin nivînan derdixin ser banan û ji bo xeweke hênik amadehiyan dikin.

Li gorî gotina xelkê, gelek caran hewa ew qasî hênik dibe ku ew bê betanî nikarin razên.

"Hewa hênik dibe"

Niştecihê Mêrdînê Selahaddîn Atmaca got, "Her dema dibe êvar, em li ser banî wexta xwe derbas dikin. Hewa hênik dibe. Mêrdîn warê me ye û xweş e."

Li gorî gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan û Qersê, li Mêrdînê havîn germ derbas dibe.

"Heta berê sibehê em lihêfan didin ser xwe"

Alî Atmaca jî diyar kir ku bi şevan hewa hênik e û wiha axivî:

"Êvaran pir hênik dibe. Heta berê sibehê em lihêfan didin ser xwe. Ji ber ku berê sibehê pir sar dibe. Lê êvaran hênik e."

Ji vê rewşê herî zêde zarok kêfxweş in û xewa li ser banan bi tiştekî naguherin.

"Hênikiya wê xwezayî ye"

Emîr Alî Sîncar jî diyar ku ew xewa li ber klîmayê naxwaze û wiha li pey çû:

"Dema mirov li ber klîmayê radize, rast e hênik e lê mirov pê aciz dibe.

Lê dema mirov li ser banî radizê, hênikiya wê xwezayî ye û bêhna wê hewayê gelekî taybet e, yekser xewa mirov tîne."

Zarok bi şevan dibin mêvanên stêrkan û serê sibehan jî çavên xwe li ber dîmeneke bêhempa vedikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst