Mêherwa Tilsiqof (Rûdaw) – Fermandeyê Fermandeyîya Pêşmergeyê Zêrevanî, general Ezîz Weysî ragihand: “Operasyonên îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye”. Ezîz Weysî got: “Gelê Kurd dê bigihîje vê jiyana ku hêjayî wê ye.”
General Ezîz Weysî ku li eniya şer amade bû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Operasyonên îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibe û planeke baş bo hemû mêhweran hatiye danîn.”
Ezîz Weysî got, hemû amadekarî bo operasyona kontrolkirina Mûsilê hatine kirin.
General Weysî tekez jî kir, ku serkevtinên Hêza Pêşmerge di wê dema kurt de, hemû cîhan matmayî kiriye û got: “Pêşmerge ne tenê bo gelê Kurd, belku bo hemû mirovahiyê şer dike.”
Fermandeyê Fermandeyiya Pêşmergeyên Zêrevanî amaje bi qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê jî kir û destnîşan kir: “Ez di vê baweriyê de me, ku piştî operasyona kontrolkirina Mûsilê, ti tirs û nîgeraniyek namîne û gelê Kurd dê bigihîje vê jiyana ku hêjayî wê ye.”
General Ezîz Weysî herwiha diyar kir, ku Pêşmerge navê vê tê çi wateyê, ev îsbat kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse