HSD: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrezorê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê têkildarî operasyona li gel Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê daxuyaniyek da. 

HSDyê diyar kir ku hêza taybet a li dijî terorê ku bi navê HATê tê naskirin di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî operasyonek li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê, li gundê El Cerzîyê yê Dêrezorê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Mihemed Etiye di wê operasyonê de hatiye kuştin.

HSDyê da zanîn ku çavdêriya Mihemed Etiye hatiye kirin û piştî ku hatiye dorpêçkirin xwe radest nekiriye û gule li hêzên wan reşandine û hêzên wan jî neçar bûne ew kuştiye.

Herwiha di operasyonê de dest bi ser çek û cebilxaneya bi  Mihemed Etiye de hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Etiye berpirsê karên kuştinê bû û destê wî di çend êrîşên dijî HSDyê, hêzên ewlehî û kesên sivîl ên Encûmena Derezorê de hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêne: Rûdaw Grafîk

Di 11 saliya damezirandina Rûdawê de 11 xelat

Tora Medyayî ya Rûdawê, di heyama 11 salên derbasbûyî de çend gavên mezin avêtine û bûye serkêşekî medyayî li herêmê