AMÊDÎ: Bombebaranên Tirkiyeyê jiyana xelkê dijwar kiriye

20-10-2023
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amêdî Artêşa Tirkiyeyê Bombebaran PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê gelek deverên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

Vê yekê jî rewşa gundiyên li deverê dijwar kiriye û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku çareyekê ji rewşa wan re bibîne.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyeyê bi şev çiyayên Metînayê yê navçeya Amêdîyê ya parêzgeha Dihokê bi dijwarî bombebaran kirin.

Bombebaranên artêşa Tirkiyeyê ziyanên mezin dide jîngeh û daristanan.

Yek ji mexdûrê vê bombebaranê Elî Bergarî ji Rûdawê re axivî û got:

“Pezên me hemû li vir bûn, agir ji her du aliyan ve belav bû. Eger em negihiştiban, dê 150 pez û 6 dewarên min şewitîban. Em ji hikûmeta herêmê dixwazin ku vê meseleyê çareser bike.”

Tirkiyeyê, di sê hefteyên borî de li herêma Amêdiyê 4 xalên leşkerî yên nû zêde kirine.

Ev xalên leşkerî li ser Sorê Sigêrê, çiyayê Reş, Elhu û Çalçelayê hatine bicihkirin.

Tê payekirin ku li herêmê zêdetirî 500 leşkerên Tirkiyeyê hene û her ku diçe rewşa ewlehiyê li herêmê dijewartir dikin.

Ji ber bombebaran û zêdebûna hêza leşkerî, gundiyên li quntara Çiyayê Metînanê nîgeran in. 

Karmendê bi navê Remzî Nehêlî jî wiha axivî:

“Rewşa me ya li vir pir xirab e. Bi taybetî gundiyên Sergelê, Guharzê, Kanê û Marstekê di rewşeke pir xirab de ne.”

Dewleta Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona 2 salan a li Zap, Metîna û Avaşînê de, 17 xalên leşkerî li Herêma Kurdistanê ava kirine û bi berdewamî xalên leşkerî zêde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst