Dêrsim mêvandariya konferanseke dîrokî dike

20-11-2025
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Seyid Riza Kurdên Elewî KURT-KAV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Lêkolîn û Çandê ya Kurdî (KURT-KAV) konferanseke berfireh li dar dixe ku tê de "Rêxistinbûna Kurdan a beriya sala 1925an û pêwendiyên sosyo-polîtîk ên herêmê" bên gotûbêjkirin.

Konferansa bi sernavê "Rêxistinbûna Kurdî ya Beriya Sala 1925an û Peywendiyên Dêrsimê", dê 23yê Çiriya Paşîn di navbera saet 12:00 û 17:00an de li Otela Şaroglu bê lidarxistin.

Konferans dê bi bîranîna şehîdên Dêrsimê dest pê bike.

Di çalakiyê de, dê dînamîkên rêxistinbûnê yên wê serdemê, rola herêma Dêrsimê û pêwendiyên tevgerên civakî-siyasî yên Kurdan di pêvajoya dîrokî  di çarçoveyeke akademîk de bên nirxandin.

Nivîskar û pisporên dîroka Kurdan dê di konferansê de biaxivin ku ew jî wisa ne:

  • Dîroknas û nivîskar Mahmut Akyureklî
  • Dîroknas û nivîskar Doç. Dr. Yalçin Çakmak
  • Lêkoler û nivîskar Seîd Veroj

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst