Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê ragihand, ji ber nebûna rêkarên serjêkirina hêştiran û nebûna qesabên pispor, serjêkirina hêştiran li Hewlêrê hat qedexekirin.
Goştfiroşê bi navê Mihemed Sabîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Daxwaza li ser goştê hêştiran gelekî zêde bûye, bi awayekî ku rojên înê xelk li şûna goştê sor, ajelên biçûk û mirîşkan, goştê hêştiran dikire.
Di nava 25 rojên borî de me 20 hêştir ser jê kirine ku giraniya wan 500 kîlogram û zêdetir jî bûye."
Mihemed Sabîr diyar kir ku wan rojên şemî, duşem û çarşeman li gorî rêkaran hêştir li serbirxaneyan ser jê kirine.
Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê Helmet Hemze jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:
"Daxwaza li ser goştê hêştiran zêde nebûye, eger wisa bûya, xelkê em bêzar dikirin û daxwaz dikir lê tiştekî wiha nîne."
Birêvebirê Serbirxaneya Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku wan serjêkirina hêştiran qedexe kiriye û got:
"Ji bo serjêkirina hêştiran divê kesên pispor û sîstema nûjen hebin, ji ber ku serjêkirina wê ne wekî ya ajelên din e û zehmet e.
Divê cihê wê bêhna xwînê jê neyê û du caran stûyê wê were birîn ku ev jî karê kesên pispor e.
Loma êdî rê nayê dayîn ku li serbirxaneyên Hewlêrê hêştir werin serjêkirin û qedexe ye."
Helmet Hemze da zanîn ku rojane li serbirxaneyên wan 150-200 ser ajelên mezin tên serjêkirin ku berê yek an du hêştir dihatin serjêkirin lê niha serjêkirina hêştiran hatiye qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse