Li 15 deverên Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin

28-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe Herêma Taybet a Ewlehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê hejmarek dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojên din bo çûnûhatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 15 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 30ê Hezîrana 2023 heta 14ê Tîrmeha heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzgariyê hatine qedexekirin wiha ne: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Girê Bilindahiya wî 2088 metre, Çiyayê Gabarê,  Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhateke nerênî” hatiye ragihandin. Herî dawî 15ê Hezîranê 2023an jî bo dema 15 rojan li wan navçeyan qedexeya hatinûçûnê hatibû ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst