VÎDEOWALL - Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa

20-12-2020
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê stratejîk e
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê stratejîk e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Topbarana li ser bajarê Eyn Îsa û derdorê, ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa wê navçeyê aloztir dike û metirsî bêhtir dibin.Ji berî mehekê ve, heta niha Eyn Îsa ji bin tehdîdê derneketiye.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê gelekî stratejîk e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, wê demê hesab bikin ku riya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de hate qutkirin.

 Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Li wan navçeyan jî şer di navbera hêzên Tirkiyê û HSDê de derketiye. Di wan topbaranan de Tirkiyê û grûpên çekdar rojane êrîşî gundên derdora Eyn Îsa, dikin weke mînak: Gundên Mielek, Kampa Eyn Îsa û hemû gundên nêzîkî rêya M4, topbaran dikin.

Niha bazarek li ser Eyn Îsa heye, Rûsya pêşniyar dike ku hêzên HSD 2 kîlometreyan ji Eyn Îsa vekişin, rêveberiyên wî bajarî weke xwe bimînin. Grûpên çekdar ên alîgirên Tirkiyê jî 4 kîlometreyan ji rêya M-4 vekişin. Lê Tirkiyê bi wê pêşniyarê razî nebû, danûstandin derbarê wê navçeyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst