Kolbereke jin: Ez nexweşim lê kolberî ji parsekiyê çêtir e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Kolber / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kolber / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kolberî Rojhilatê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, barê giran ê jiyanê dapîr û dayikan jî neçarî kolberiyê dike.

Yek ji wan jî dapîreke xelka Pîranşarê ye ku tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyan, baran hildigire.

Kolber Zibêdeyê diyar kir ku ew neçar e vî karî bike û got:

"Dilê min nerehet e, her du gurçikên min kevir girtine û di piyên min de artroz heye.

Xwedê dizane şekira min heye lê mecbûr im ev ji parsekiyê çêtir e.

Gotina dilê xwe çi bibêjim? Dil sifre nîne ku raxim. Dest jê berde, bila em binalin."

"Mirin xweştir e"

Kolberekî din ê bi navê Rehman Teymûrî ku ji demjimêr 05:00ê sibehê ve di nobetê de ye, behsa zehmetiyan kir.

Rehman Teymûrî diyar kir ku pereyê bi dest dixin têra xerciya rojekê nake û wiha pê de çû:

"Kes ji vî sînorî razî nîne. Hefteyê rojekê rê didin, ew jî 15 kîlo bi milyonek tûmenî ye.

Mirov demjimêr 12ê şevê were, ma ev jiyan e? Welleh mirin xweştir e."

Zaroka yeksalî li malê hiştiye

Di nav kolberan de jinên ku zarokên xwe li malê hiştine jî hene.

Kolber Ezîmeyê jî got, "Em ji ber derd û zarok û bextreşiya xwe tên vir. Min zaroka yeksalî li malê hiştiye."

Ezîmeyê bal kişand ser rewşa mêran jî û got:

"Ev kar ji jinan re nabe. Divê zilaman dahateke baş hebe, zilam guneh in, xerc giran e, mal bi wan bi rê ve naçe."

15 kîlo 11 dolar

Kolber hefteyê tenê rojekê dikarin kel û pelan veguhêzin û nabe barê wan ji 15 kîloyan zêdetir be.

Kirêya veguhastinê milyonek û 500 hezar tûmen e ku dike nêzîkî 11 dolaran.

Kolber Rehîm Bazyan jî gazinc ji sermayê kir û got, "Kuro zivistan e em dê bicemidin, welleh hemû dê li ber sirê bimîne."

"Bernameyeke taybet hatiye danîn"

Karsaz Azad Aryen li ser sîstema derbasbûnê axivî û got:

"Li gorî yasayê dikarin her roj ji sînor derbas bibin û vegerin.

Lê ji ber qerebalixiya sînor û ji bo ku pirsgirêk dernekevin, bernameyek danîn.

Di hefteyê de rojek û hinek caran jî du rojan dikarin derbas bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst