Serkirdeyên Herêma Kurdistanê ji bo şewata li Boluyê peyamên sersaxiyê belav kirin

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Şewata li Boluyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî derbarê agirê otela li Boluyê ku tê de 66 kesan canê xwe ji dest dabû de peyam belav kirin û sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyan kir.

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê îro derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ket.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku ji ber şewatê 66 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.

Beşek ji serok û berpirsên welatan derbarê bûyerê de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam belav kirin û sersaxî li malbat û kesûkarên qubraniyên bûyerê kirin.

Pêyama Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Ez ji ber şewata trajîk a li oteleke li Boluyê ya Tirkiyeyê gelekî xemgîn im. Di vê dema zehmet de hizir û duayên min bi qurbanî, malbatên wan û gelê Tirkiyeyê re ne. Em hevsozên we ne."

"Gelekî spas birêz serok"

Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan ji bo vê peyama wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got, “Gelekî spas birêz serok.”

Peyama Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi heman awayî peyamek belav kir û got:

"Agirê trajîk ê li  Boluya Tirkiyeyê ez xemgîn kirim. Di vê dema dijwar de, sersaxiyên ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkiyeyê re dixwazim."

Peyama Vladimir Putin

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Kremlînê ve hatiye belav kirin Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê bûyerê de bi rêya telgrafê nameyeke taziyê ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re şandiye.

Putin di nameya xwe de got, "Sersaxiyên min ên ji ber encamên trajîk ên agirê li navenda kaşûnê ya Boluyê qebûl bikin.

Ez daxwaz dikim ku hûn xemgînî û piştevaniya min bigihînin malbat û kesûkarên ku wan kesên ku canê xwe ji dest dane û hêviyên min ên silamatiyê jî bigihînin birîndaran."

Peyamên serkirdeyên cîhanê

Li aliyê din, Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis û Wezareta Derve ya Yunanîstanê jî peyamake taziyê derbarê qurbaniyên bûyerê de belav kir.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokkomarê Kigizîstanê Sadır Caparov, û Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze jî bi heman awayî peyamên sersaxiyê ji Erdogan re şandin.

Her wiha Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî peyamek şand û sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên agirê otela Boluyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst