Rapora li ser otela ku şewitîbû temam bû

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Bolu Otela Grand Karta Şewata li Boluyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapora ewil a tesbîtkirina xisarê ya Otela Grand Kartalê ya ku lê şewat derketibû temam bû û heta niha biryara rûxandina hotelê nehatiye dayîn.

Demjimêrên berê sibeha roja Sêşemê 21ê Çileya 2025an li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li lûtkeya Çiyayê Korogluyê yê Boluyê agir bi Otela Grand Kartalê ya geştiyarî ket û di encamê de 78 kes mirin.

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Keşûhewayê ya Tirkiyeyê piştî vemirandina agir pişkînîna otelê kir.

Di rapora ewil a tesbîtkirina zirarê ya ku ji bo avahiya otêlê hat amadekirin de hat tesbîtkirin ku otelê "bi giranî zirar dîtiye".

Piştî ku xebatên nirxandina xisarê bi dawî bûn û rapora dawî hat weşandin, dê biryar bê dayîn ku avahî were qehîmkirin an jî rûxandin.

Ji aliyê din ve, Şaredariya Boluyê û Wezareta Çandinî û Geştyariyê ya Tirkiyeyê hevdû bi berpirsiyariya sîstema agir a otelê tohmetbar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst