Platforma Ciwanên Kurd: Ji bo perwerdeya bi Kurdî em têdikoşin

21-02-2022
RÛDAW
Nîşan Platforma Ciwanên Kurd 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Kurd bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ragihand, Ji bo ku Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin em têdikoşin. Bila zimanê Kurdî  jî bibe zimanê fermî be.

Platforma Ciwanên Kurd di daxuyaniya xwe de bi bîr tîne, ku bi biryara UNESCO yê di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat îlankirin û ji bo parastina pirzimaniyê her sal 21ê Sibatê tê pîrozkirin.

Platforma Ciwanên Kurd amaje bi polîtîkayên dewleta Tirkiyê ji bo înkarkirina ziman, nasname û her tiştê Kurdan dike û dibêje, “Piştî ku dewleta Tirk avabûna xwe îlan kir, dîrok, wêje û çanda me bi taybetî jî zimanê Kurdî înkar kir. Welatê me Kurdistan dagîr kir. Dewleta Tirk axaftina bi Kurdî  û weşanên bi Kurdî yên wekî pirtûk, kovar û rojname qedexe kir. Li dijî kesên ku pirtûk an rojnameyên bi Kurdî derdixistin lêpirsîn vekir. Wê gelê me xist girtîgehê. Hemû armanca dewleta Tirk; Kurdan bike Tirk.”

Di daxuyaniya xwe de Platforma Ciwanên Kurd “polîtîkaya kolonyalîst û asîmîlasyonê” ya dewleta Tirkiyê red dike û diyar dike ku tevî hemû siyasetên asîmîlasyonê, Kurdan zimanê xwe parast û dibêje, “Tevgera neteweyî ya Kurd, tevî hemû polîtîkayên xwe yên çewisandin û asîmîlasyonê nehişt ku zimanê Kurdî ji holê rabe. Ligel qedexe û zextan jî weşana xwe ya wekî pirtûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî berdewam kir. Îro jî zilm û qedexeyên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Bi milyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Zaravayê zazakî yê Kurdî di xetereya tunebûnê de ye.”

Platforma Ciwanên Kurd daxwaz dike ku zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û radigihîne, “Ji bo ku Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin em têdikoşin. Bila zimanê Kurdî  jî bibe zimanê fermî be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst