Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Navçeya Eyyubiyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya meha Remezanê 400 beranan li malbatên feqîr belav dike.
Şaredariya Eyyubiyê îro 200 beran li ser malbatên feqîr belav kirin.
Di kampanyayê de zêdetir girîngî bi malbatên sêwî tê dayîn.
400 beran û 25 hezar koliya xwirekê
Şaredariyê biryar daye ku 200 beranên din jî belav bike û bi tevahî hejmara beranan bigihîne 400î.
Li gel beranan, ji bo mesrefên serjêkirinê û qesaban 2 hezar lîre jî ji bo malbatan tê dayîn.
Her wiha şaredarî di meha Remezanê de rojane xwarina germ dide 3 hezar malbatan û dê 25 hezar koliya xwirekê jî belav bike.
“Em dê koliya xwirekê bigihînin ber deriyên wan”
Şaredarê Eyyubiyê Mehmet Kuş bi xwe jî beşdarî kampanyaya alîkariyê bû û malbat ziyartet kirin.
Mehmet Kuş li ser xebatên xwe yên di meha Remezanê de wiha got:
“Em di vê Remezanê de çi dikin? Spas ji Xwedê re, em xwarina 3 hezar malbatan beriya fitarê digihînin malên wan.
Dîsa em pêwîstiya wan a xwirekên hişk dabîn dikin.
Em dê îsal di meha Remezanê de koliyên xiwurekê yên 20-25 hezar malbatan bigihînin ber deriyên wan.”
Şaredarê Eyyubiyê her wiha ragihand ku wan li du cihên cuda yên navçeyê konên fitarê jî ava kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse