Yekîtiya Ewropayê dê 400 milyon euro alîkarî bide Tirkiyeyê

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Alîkarî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê îmze kir ku ji bo erdhejên 6ê Sibatê 400 milyon euro alîkariya darayî bide Tirkiyeyê.

Piştgirî dê ji bo avakirina binesaziyê, stargehên demkî û parastina mîrata çandî were xerckirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan, Yekîtiya Ewropayê di Konferansa Alîkarên Navneteweyî ya ku Adara 2023yan li Brukselê hat lidarxistin de biryar da milyarek euro alîkariya darayî bide Tirkiyeyê.

Yekîtiya Ewropayê duh li Bruksela paytexta Belçîkayê şandina 400 milyon euroyî ya ji bo Tirkiyê îmze kir.

Herwiha tê gotin ku ew alîkarî dê ji bo tenduristî, perwerde, av, avrêj û jinûveavakirina jêrxanan were bikaranîn.

Ew perê di heman demê de dê ji bo stargehên demkî yên ji bo mexdûrên erdhejê û parastina mîratên çandî jî were bikaranîn.

Ji bo bikaranîna 400 milyon euroyî 18 meh dema Tirkiyeyê heye.

Tirkiye dê di dawiya vê heyamê de, di nava 6 mehan de rapora xwe ya li ser bikaranîna fonan pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst