Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Semîr Elî Îso (Sîpan Hemo) bertek da êriş û heqaretên li gelê Kurd ên li Heleb û hinek herêmên din.
Hemo, bangî xelkê kir ku li hemberî wan kesên ku bûyereke tekane dikin hincet û dixwazin nîfaqê bixin navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bihişmend tevbigerin.
Sîpan Hemo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Hemo diyar kir ku ew kiryarên ku aştiya civakî dikin armanc bi hev ve girêdayî ne û wiha got:
"Yên ku li bajarê Kobaniyê alaya Sûriyeyê anî xwarê û yên ku li Helebê heqaret li gelê Kurd û sembolên wan kirin, di cewhera xwe de xwediyê heman zîhniyeta cudaxwaz û fitnekar in.
Divê em hemû bi hev re li dijî van tevgerên derxistî û êrişkar bisekinin.
Divê em yekîtiya xwe ya neteweyî û bihevrejiyana di nav aştiyê de xurt bikin."
"Dê hesab bidin"
Sîpan Hemo tekez kir ku dê ew kesên ku tevlî bûyeran bûne bêceza nemînin û anî zimên:
"Kî dibe bila bibe, yê ku alaya Sûriyeyê biçûk dixe an jî êrişî gelê Kurd û nirxên wî dike, dê li ber hiqûqê hesab bide.
Her hewldaneke ku gefê li aramî û ewlehiya Sûriyeyê dike dê bersiva xwe ya qanûnî bibîne."
Banga aramiyê li welatiyan kir
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ji bo kêmkirina aloziya li herêmê bangî welatiyan kir û ev daxwaz kir:
"Em bangî hemû welatiyên xwe yên welatparêz dikin ku aram bin û bi hişmendiya berpirsyariya neteweyî tevbigerin.
Neyên lîstika provokasyonan. Em bangî her kesî dikin ku li malên xwe bimînin.
Bêyî ku li bawerî û koka etnîkî binêrin rêzê li hevdu bigirin û em daxwaz dikin ku li gorî ruhê cejnan (Remezan û Newroz) wextê xwe bi hezkiriyên xwe re derbas bikin."
Sîpan Hemo di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku alaya Sûriyeyê nirxekî hevpar e ku nûnertiya hemû welatiyan dike.
Hemo destnîşan kir ku ji bo parastina aramiya civakî divê hemû alî bi hev re di nav hevkariyê de bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse